Îran: Peymana bi Amerîkayê re nêzîk e

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li ser hesabê xwe yê torên civakî peyamên girîng dan û got, "Peymana bi Amerîkayê re nêzîk e."

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî nêrîna hikûmeta xwe ya li ser dan û standinên nukleer ên li gel Amerîkayê yên li bajarê Cenevreyê eşkere kir û tekezî li ser gihîştina peymaneke dadwer kir.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê diyar kir ku ew li ser bingeha lihevtêgihiştinên gera borî, dan û standinan li gel Amerîkayê li Cenevreyê didomînin.

Ebas Eraqçî got, "Em bi vîneke xurt beşdarî dan û standinan dibin da ku di demeke herî kurt a guncav de bigihîjin peymaneke dadwer û hevseng."

Xetên sor ên Tehranê

Eraqçî bi awayekî zelal behsa prensîbên neguher ên welatê xwe kir û got:

"Baweriyên me yên bingehîn wekî rojê ronî ne. Îran di ti şert û mercan de qet çekên nukleer bi pêş naxe."

Lê belê wî destnîşan kir ku Îranî qet dev ji mafê xwe yê sûdwergirtina ji teknolojiya nukleer a aştiyane bernadin.

"Derfeteke dîrokî û mercê dîplomasiyê"

Li gorî gotina Eraqçî, niha derfeteke dîrokî derketiye holê ku peymaneke bêhempa were îmzekirin da ku dilgiraniyên her du aliyan bên hilanîn û berjewendiyên hevbeş pêk werin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê wiha axivî:

"Peyman nêzîk e û em dikarin bigihîjinê lê bi tenê bi wê mercê ku rêya dîplomasiyê li pêş be."

Wêrekiya li ser maseyê

Eraqçî diyar kir ku Îranê berê îsbat kiriye ku ew bi wêrekî serweriya xaka xwe diparêze û ji tiştekî natirse.

Di beşeke din a axaftina xwe de Wezîrê Îranî got:

"Em heman wêrekiyê tînin ser maseya dan û standinan û hewl didin ku ji bo hemû cudahiyan çareseriyeke aştiyane bibînin."

Ev daxuyaniyên Eraqçî di demekê de ne ku çav li ser civînên şandeyan in, bê ka birêvebiriya Trump û Tehranê dikarin dawî li aloziya nukleer a bi salan bînin an na.