Wezîrê Karên Derve yê Îranê îşev diçe Pakistanê
Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi serokatiya şandeyekê dest bi geştekê dike.
Pêngava yekem a vê serdanê dê paytexta Pakistanê, Îslamabad be û biryar e Eraqçî îşev bigihîje wir.
Ajansa fermî ya hikûmeta Îranê (IRNA) îro diyar kir ku Ebas Eraqçî dê piştî Pakistanê serdana Uman û Rûsyayê jî bike.
Mijarên sereke yên hevdîtinan
Eraqçî dê li gel berpirsên van welatan li ser hewlên ji bo lidarxistina dan û standinên navbera Îran û Amerîkayê biaxive.
Her wiha rewşa agirbestê, şerê navbera Amerîka-Îsraîlê û Îranê û pêşhatên dawî yên li herêmê dê di civînan de werin nirxandin.
Wezîrê Îranî berî vê geştê bi rêya telefonê bi Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê Mihemed Îshaq Dar û Serokerkanê wî welatî Asim Munîr re bi cuda li ser van mijaran şitexilîbû.
Rewşa agirbestê û civîna Pakistanê
Dihat çaverêkirin ku gera duyem a dan û standinên Îran û Amerîkayê roja sêşem û çarşema vê hefteyê bi navbeynkariya Pakistanê li Îslamabadê were kirin.
Ji ber ku şandeyên her du aliyan amade nebûn, ew civîn nehatin kirin.
Tevî vê yekê, berî ku dema agirbesta du hefteyî biqede, Serokê Amerîkayê Donald Trump agirbest bi awayekî yekalî dirêj kiribû.
Niha çav li ser serdana Eraqçî ne da ku were zanîn ka dê di pêvajoya dan û standinan de pêngavên nû werin avêtin yan na.