Îranê kesek bi tohmeta 'sîxuriya ji bo Îsraîlê' îdam kir
Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Dadê ya Îranê ragihand ku welatiyê bi navê Mucteba Kiyan bi tohmeta hevkariya bi saziya îstixbaratê ya Îsraîlê re hatiye îdamkirin.
Ajansa Nûçeyan a Mîzanê ya girêdayî Saziya Dadê ya Îranê îro daxuyaniyek da.
Ajansê ragihand ku piştî temambûna qonaxên qanûnî û pesendkirina cezayê wî ji aliyê Dadgeha Bilind a welêt ve, cezayê îdamê yê Mucteba Kiyan hatiye bicihanîn.
Saziya Dadê ya Îranê her wiha got, "Ceza vê sibehê hatiye bicihanîn" lê belê cihê bicihanînê eşkere nekir.
Wêneyên cihên hestiyar şandine
Li gorî daxuyaniya Saziya Dadê ya Îranê, Mucteba Kiyan di dema şerê navbera Îran û Amerîka-Îsraîlê de wêneyên cihên leşkerî û hestiyar ji derveyî Îranê re şandine.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Mucteba Kiyan "li xwe mikur hatiye".
Li gorî daxuyaniyê, di dema pêwendiya bi kanalên li derveyî Îranê re hejmarek dane wî da ku hevkariya wan bike.
Darizandina wî di kêmtirî 50 rojî de qediya
Li gorî Saziya Dadê ya Îranê, Mucteba Kiyan li parêzgeha Elburzê hatiye darizandin.
Darizandina wî di kêmtirî 50 rojî de temam bûye û cezayê îdamê lê hatiye birîn.
Di mehên borî de bicihanîna cezayên îdamê li Îranê zêde bûne.
Bi taybetî jî darvekirina kesên ku "tohmetên ewlehiyê" û "sîxurî" li ser wan hene zêde bûye.
Rêxistinên mafên mirovan dilgiran in
Rêxistinên mafên mirovan ji ber zêdebûna îdaman dilgiran in.
Li gorî wan rêxistinan ev ceza ne tenê ji bo kesên ku tohmeta sîxuriyê li ser wan heye tên bicihanîn.
Hinek ji wan kesên hatine îdamkirin pêwendiya wan bi xwenîşandanan re hebûye.
Ew rêxistin, Komara Îslamî bi wê yekê tohmetbar dikin ku cezayê îdamê wekî amûrekê ji bo belavkirina "tirs û xofê" di nav civakê de bi kar tîne.
Li hemberî vê yekê, berpirsên Îranê tekez dikin ku ev ceza di çarçoveya qanûnên welêt de tên bicihanîn û ew rûbirûyî "gefên ewlehiyê" dibin.