Medyaya Îranê: Zanayekî din ê atomê hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Îranê ragihand ku zanayê atomê Mihemmed Reza Sedîqî Sabir, li parêzgeha Gîlanê ya bakurê Îranê di êrişeke Îsraîlê de hatiye kuştin.

Televîzyona fermî ya Îranê îro belav kir ku ew zanayê atomê şeva borî li bajarê Astaneyê yê Eşrefiya parêzgeha Gîlanê di êrişa Îsraîlê de hatiye kuştin

Rojnameya Îranê jî ragihand ku Mihemmed Reza Sedîqî Sabir li malê xezûrê xwe ya li bajarê Astaneyê bûye.

Li gorî medyaya Îranê, Îsraîlê çend roj berê, li Tehranê êrişî malê wî zanayê atomê kiribû û di wê êrişê de kurê wî yê 17 salî yê bi navê Mihemmed Reza Sedîqî Sabir miribû.

Wezareta Xezînê ya Amerîkayê, du meh berî niha navê wî zanayê atomê yê Îranî xistibû lîsteya cezayan û ragihandibû ku ji ber rola wî ya di berfirehkirina bernameya atomî ya Îranê û belavkirina çekên atomî de hebûye, hatiye cezakirin.