HRANA: Di xwenîşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de 5 hezar û 459 kes hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) ragihand ku di xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de 5 hezar û 459 kes hatine kuştin.

Ev hejmar nêzîkî 2 hezar û 400 kesan ji amara fermî ya hikûmetê zêdetir e.

HRANAyê îro di raporekê de hûrgiliyên ziyanên canî yên xwenîşandanên ku 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an dest pê kiribûn belav kirin.

Li gorî amaran, heta doh kuştina 5 hezar û 459 kesan hatiye piştrastkirin ku 60 ji wan zarok in û 208 kes jî ji hêzên ewlehiyê ne.

HRANAyê amaje bi wê yekê jî kir ku ji bilî vê hejmarê, ew li ser kuştina 17 hezar û 31 kesên din jî lêkolînan dikin ku hîn belgeyên tam li ser wan nehatine komkirin.

Rewşa birîndar û girtiyan

Ajansê derbarê rewşa birîndar û girtiyan de jî ragihand ku birînên 7 hezar û 403 xwenîşandaran giran in.

Ajansê her wiha eşkere kir ku heta niha li bajarên cuda yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê 40 hezar û 887 xwenîşandar hatine desteserkirin.

Hikûmet çi dibêje?

Li aliyê din, Encumena Ewlehiyê ya Îranê 21ê Kanûna Paşîn di daxuyaniyekê de hejmara qurbaniyan wekî 3 hezar û 117 kes ragihandibû.

Li gorî daxuyaniya hikûmetê, ji wê hejmarê "2 hezar û 427 kes xelkê bêguneh û hêzên ewlehiyê bûne."

Xwenîşandanên ku destpêkê ji aliyê esnafên Tehranê ve li dijî giraniyê û daketina bihayê tumen dest pê kiribûn, paşê berfireh bûn û tundiyeke zêde tê de çêbû.

Li gorî amarên Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Parlamentoya Îranê, di xwenîşandanan de ziyan gihîştiye 250 dibistan, 300 mizgeft, 90 navendên zanistî yên Şîeyan û 2 hezar û 221 otomobîlên hêzên ewlehiyê.