Nûnerê Xamineyî gef li leşkerên Amerîkayê xwar: Nêzîktir bibin
Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê yê li Encûmena Bilind a Parastinê ya wî welatî, peyameke gefxwarinê da Washingtonê.
Ew dibêje, “Bi salan e em li benda hatina leşkerên Amerîkayê ne û niha dema wê ye ku nêzîktir bibin.”
Nûnerê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê yê li Encûmena Bilind a Parastinê ya wî welatî Elî Ekber Ehmediyan li ser tora civakî ya Xê peyamek da Amerîkayê û got:
"Bi salan e em li benda hatina Amerîkiyan bûn ji bo wan xalên ku me diyar kirine.
Zêdetirî 20 salan e em bi stratejiya şerê nehevseng, ji bo vê kêliyê rahênanê dikin."
Ehmediyan di peyama xwe de berê xwe da leşkerên Amerîkayî û got:
"Niha tenê peyameke me ji bo leşkerên Amerîkî heye: Nêzîktir bibin."
Elî Ekber Ehmediyan di dariştina siyaseta parastin û asayîşa Îranê de yek ji wan kesayetên bibandor e.
Wî da zanîn ku welatê wî ji bo rûbirûbûneke bi vî rengî xwedî planeke demdirêj e û wan hemû amadehî kirine.
Şer derbasî roja 26an bû
Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê derbasî roja xwe ya 26an bûye.
Aloziyên di navbera her du aliyan de yên li herêmê gihiştine asteke gelekî bilind.