Îranê pêşniyara Amerîkayê ya ji bo bidawîanîna şer red kir
Hewlêr (Rûdaw) – Komara Îslamî ya Îranê pêşniyara Amerîkayê ya ji bo bidawîanîna şer red kir.
Birêvebiriya Tehranê diyar kir ku ji bo agirbestê divê mercên wan werin qebûlkirin û heta wê demê operasyonên wan ên leşkerî dê bidomin.
Li gorî nûçeya televizyona dewletê ya Îranê, berpirsekî pilebilind ragihand ku Îran tenê dema ku mercên wan hatin cih dê şer bi dawî bîne û got:
"Îran dê bi xwe biryarê bide ka dê kengî şer bi dawî bîne û ev yek tenê dema ku mercên wê hatin qebûlkirin pêkan e."
"Bêyî qebûlkirina mercan dan û standin nabe"
Wî berpirsê Îranî tekez kir ku di bin van şert û mercên niha de ti dan û standin nabin û anî ziman:
"Berî ku ev merc bên cih, ti dan û standin nayên kirin."
Her wiha wî berpirsî diyar kir ku operasyonên wan ên leşkerî dê bidomin û da zanîn, "Operasyonên me yên parastinê heta ku mercên me bên cih dê bidomin."
Berpirsê Îranî pêşniyara Amerîkayê ya ji bo peymanê jî wekî pêşniyareke "zêde" bi nav kir.
Mercên Îranê yên ji bo agirbestê
Berpirsê Îranî mercên Tehranê yên ji bo agirbestê wiha rêz kirin:
- Rawestandina êrişan û suîqestan
- Dayîna garantiyê ku di paşerojê de şerekî nû dernekeve
- Tazmînkirina zererên şer
- Bidawîanîna şer li hemû eniyên ku komên hevpeyman tê de ne
- Naskirina otorîteya Îranê ya li ser Tengava Hurmuzê
Tirkiye û Pakistan bijardeyên mazûvaniyê ne
Ev daxuyanî piştî nirxandinên berpirsekî din ê Îranî hatin ku ji Reutersê re axivîbû.
Hate diyarkirin ku Pakistanê pêşniyara Amerîkayê gihandiye Tehranê.
Ji bo hevdîtinên muhtemel jî Tirkiye û Pakistan wekî bijardeyên mazûvaniyê tên nirxandin.