22 Photos
Rûdaw – AFP
Li bajarê Tewrêz (Tebrîz) ê Îranê ku navenda parêzgeha Azerbaycana Rojhilat a wî welatî ye, xelk bi mijûlbûna bi karê xwe, rûniştina li cihên giştî, nivêjkirin û xwandina Quranê li mirgevtan û yan jî derbaskirina dema xwe li cihên geştyarî, jiyana xwe ya asayî didomînin.
Di vê wênenûçeyê de, beşeke biçûk ji jiyana xelkê Tewrêzê hatiye nîşandan, ku beşek ji xelkê li bazarê û dokanên xwe mijûlî kar û kesabetê ne û beşek din jî li cihên geştyarî demek xweş derbas dikin. Herwiha hinek ji welatiyên navsal û pîremêr jî dema xwe li mizgevtan û bi xwandina Quranê derbas dikin.