Îran: Me hîn beşeke girîng a hêza xwe ya mûşekî bi kar neaniye

Hewlêr (Rûdaw) - Riza Telayî Nîk ragihand ku di destê Hêzên Çekdar ên Îranê de zêdetirî 1000 cureyên dron, mûşek û kel û pelên leşkerî hene.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Îranê Riza Telayî Nîk destnîşan kir ku pîşesaziya parastinê xwedî pergaleke wisa ye ku ji destwerdanên derve bandor nabe.

Riza Telayî Nîk anî ziman ku ev kapasîte encama veberhênanên sîstematîk ên 25 salên dawî ye.

Telayî Nîk diyar kir ku hilberîna di pîşesaziya parastinê de ne tenê bi destê dewletê ye.

Sektora taybet û şirketên teknolojiyê yên li ser bingeha zanistê jî beşdarî vê pêvajoyê dibin.

Li gorî amaran, nêzîkî 9 hezar şirket bi artêşê re di nav hevkariyê de dixebitin.

Navendên hilberînê yên stratejîk

Berdevkê Wezaretê ragihand ku navendên hilberînê yên stratejîk li seranserî Îranê hatine belavkirin.

Bi vî awayî, heger hinek navend zererê bibînin jî piştgiriya lojîstîk û hilberînê bêrawestan didome.

Bersiva ji bo Washingtonê

Telaî-Nîk li ser daxuyaniyên rayedarên Amerîkayê yên hefteyên dawî jî axivî.

Rayedarên Amerîkayê îdia kiribû ku wan kapasîteya mûşekî ya Îranê bi rêjeyeke mezin ji nav biriye lê Telaî-Nîk got ku rastiya li qadê cuda ye.

Wî diyar kir ku stratejiya leşkerî û hêza lêdanê ya Îranê hîn di asteke gelekî bilind de ye.

Telayî Nîk anî ziman, "Me beşeke gelekî girîng a hêza xwe ya mûşekî hîn bi kar neaniye û nekiriye operasyonel."