Îran: Amerîka û Îsraîl asê man, Hurmiz di kontrola me de ye

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Parastinê ya Îranê Reza Telayînîk ragihand ku planên Amerîka û Îsraîlê yên ji bo têkbirina şiyana mûşekan ya Îranê "bi temamî têk çûne."

Reza Telayînîk her wiha diyar kir ku niha desthilata tam a Îranê li ser Tengava Hurmizê heye.

"Dijmin asê maye"

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Îranê Reza Telayînîk di daxuyaniyekê de behsa rewşa qada şer kir.

Reza Telayînîk got, "Şiyana me ya leşkerî îro hêzeke serdest e û dijmin di avzêma şer de asê maye.

Ew niha tenê li rêyekê digerin da ku bi awayekî rûmetdar ji vê rewşê birevin."

Telayînîk amaje bi wê yekê kir ku Tengava Hurmizê niha di bin kontrol û birêvebirina jîr û desthilata Îranê de ye.

Wî tekez kir ku qada sereke ya parastinê, "qada şer a hêzên çekdar û qada amadebûna cemawerî ya gel e."

Dan û standinên li Pakistanê

Daxuyaniyên Berdevkê Wezareta Parastinê di demekê de tên ku di 48 demjimêrên borî de rewşa siyasî û leşkerî ya di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de bipêşketinên nû çêbûne.

Li gorî çavkaniyan, şandeya dan û standinan a Amerîkayê bi serokatiya Steve Witkoff û Jared Kushner ber bi Pakistanê ve bi rê ket.

Di heman demê de Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî gihîşt Îslamabadê.

Her çend Tehranê red kiriye ku dan û standinên rasterast bi Amerîkayê re bike jî ev hevdîtin balkêş in.

Dorpêça deryayî û agirbest

Li aliyê din Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth ragihand ku ew dê dorpêça deryayî ya li ser Îranê berfirehtir bikin.

Pete Hegseth got, "Ti keştî bêyî destûra Hêzên Deryayî yên Amerîkayê di Tengava Hurmizê re derbas nabe."

Ji dawiya meha Sibatê û destpêkirina şer ve cara yekem e ku îro şemiyê seferên sivîl li Balafirgeha Navneteweyî ya Tehranê dest pê kirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo serxistina hewldanên dîplomatîk razî bû ku agirbesta li Libnanê û ya bi Îranê re ji bo 3 hefteyên din were dirêjkirin.

Tevî van tevgerên dîplomatîk jî artêşa Îsraîlê êrişên xwe yên li başûrê Libnanê didomîne.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku eger "lambeya kesk" ji Washingtonê were pêxistin ew amade ye operasyonên li dijî Îranê bide destpêkirin.