Îran: Eger Gola Urmiyê ziwa bibe Tewrêz tê veguhestin

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Rêxistina Parastina Jîngehê ya Îranê ragihand, ku ziwabûna Gola Urmiyê dibe sedema veguhestina bajarê Tewrêzê.

 

Cîgirê Serokê Rêxistina Parastina Jîngehê ya Îranê Mesûd Tecrîşî derbarê mijarê de ji medya welatê xwe re axifî ye û dibêje, eger Gola Urmiyê ziwa bibe, wê demê bajarek bi nave Tewrêz namîne û divê were veguhestin.

 

Mesûd Tecrîşî, ji ber zêde girîngî bi Gola Urmiyê nedaye hikûmeta Tehranê rexne dike û dibêje, pêwist e kar li ser vejandina gola navbirî bê kirin.


Gola Urmiyê li ser asta cîhanê duyem gola herî mezin e ku ava wê şor e û dikeve navbera parêzgahên Azerbeycana Rojava û Azerbeycana Rojhilat. Ziwabûna golê bandoreke nerînî li akinciyên derdorê dike, ji ber jiyana wan li ser çandinî û ajeldariyê ye.