Parlamenterên Îranê li dijî Pizîşkiyan ketin nav liv û tevgerê

Hewlêr (Rûdaw) - Komkirina îmzeyan a ji bo bangkirina Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan a Parlamentoya Îranê dest pê kir.

Armanc ew e ku Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li ser rewşa aborî bersiva pirsên parlamenteran bide.

Parlamenterê Qûmê yê Parlamentoya Îranê Mucteba Zunûr daxuyaniyek da.

Mucteba Zunûr ragihand ku rewşa aborî ya Îranê xerabtir bûye.

Li gorî Zunûr, hejmarek parlamenter dibêjin ku divê Mesûd Pizîşkiyan gazî parlamentoyê were kirin.

Divê ew li ser rewşa aborî, debara xelkê û planên hikûmetê yên ji bo rûbirûbûna enflasyonê daxuyaniyê bide û bersiva pirsên parlamenteran bide.

Li gorî gotina parlamenterê Qûmê, ji bo bangkirina serokkomar a parlamentoyê, herî kêm îmzeyên 73 parlamenteran pêwîst in.

Mucteba Zunûr da zanîn ku pêşwaziya li pêvajoya bangkirina serokkomar baş bûye û heta niha hejmarek parlamenteran proje îmze kiriye.

Zunûr her wiha diyar kir ku komkirina îmzeyan dê heta Duşema hefteya bê berdewam bike.

Piştî komkirina îmzeyan, daxwaza bangkirina serokkomar dê pêşkêşî Desteya Serokatiya Parlamentoya Îranê were kirin.

Bi vî awayî pêvajoya yasayî ya ji bo bangkirina Mesûd Pizîşkiyan dê dest pê bike.

Ev hewl di demekê de ye ku Pizîşkiyan berî 3 rojan projeyasaya budceya sala bê pêşkêşî parlamentoyê kiribû.

Biryar e hefteya bê gotûbêjkirina budceyê dest pê bike.