Îran gefan li Amerîkayê dixwe: Eger hûn êriş bikin em dê li baregehên we bixin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê hişyarî da Washingtonê û ragihand, eger Amerîka êrişî wan bike, ew dê jî êrişî baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî îro di hevpeyvîneke xwe ya bi medyaya Hindistanê re li ser îhtimala êrişa Amerîkayê ya li ser Îranê axivî.

"Baregehên Amerîkayê dê bibin armanca me"

Ebas Eraqçî got, "Eger Xwedê neke, Amerîka biryarê bide ku êrişî me bike, dê baregehên Amerîkayê yên li herêmê bibin armanca me ya rewa.

Em wekî baregehên Amerîkayê li wan cihan dinêrin, ne wekî xaka cîranên xwe yan jî wan welatên ku baregeh li wan hatine bicihkirin.

Cara borî, dema ku ji bilî êrişkirina li ser baregeha Amerîkayê ya li Qeterê ti çareya me nemabû, min yekser telefonî birayê xwe yê ezîz Wezîrê Karên Derve yê Qeterê kir.

Min heta beriya êrişê jî ew agahdar kir û bi awayekî zelal jê re got ku ev ne êrişek e li dijî Qeterê, êrişek e li dijî dezgehên Amerîkayê yên li wir.

Me xwest ku ew vê cudahiyê fêm bikin."

Hezîrana par di dema şerê 12 rojî yê Amerîka û Îsraîlê de, Îranê wekî bersivekê ji bo alîkariyên Amerîkayê yên ji Îsraîlê re êrişî baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li Qeterê kiribû.

Li Rojhilata Navîn gelek baregehên leşkerî û asmanî yên Amerîkayê hene ku yên herî berbiçav li Kuweyt, Qeter, Urdin û Îraqê ne.

Di vê navberê de, divê were gotin ku şandeyên Tehran û Washingtonê ji bo gera sêyem a dan û standinan îro li Cenevreyê dicivin.

"Îsraîl û xwenîşandanên Îranê"

Kanûna Pêşîn a par li Îranê nerazîbûnên li dijî hikûmetê dest pê kiribû û paşê veguherîbûn xwenîşandanên berfireh.

Rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku di wan xwenîşandanan de bi hezaran kes hatine kuştin û hinek jî texmîn dikin ku hejmar zêdetirî 20 hezar kesî ye.

Wê demê berpirsên Tehranê, Îsraîl bi destwerdana (midaxele) di kuştina xwenîşanderan de tohmetbar kiribû û gotibû ku armanca wê ew e ku Amerîkayê teşwîq bike da ku êrişî Îranê bike.

Ev tohmetbarî piştî wê yekê hatibû ku Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî dabû ku eger Îran kuştina xwenîşanderan bidomîne, ew dê êrişî Îranê bikin.

Eraqçî li ser wan xwenîşandanan got, "Ji me re eşkere bû ku ferman ji derveyî welêt dihatin.

Operasyoneke gelekî bi hûrgilî ji derve hatibû plankirin û ji aliyê Îsraîlê ve dihat birêvebirin.

Xuya dibe ku armanc ew bû ku tiştekî mîna derbeyê li Îranê were kirin.

Bi sedan çekdar ji nişka ve li piraniya bajarên Îranê derketin û wekî komên terorîst tevdigeriyan.

Serê hinek efserên polîsan hat jêkirin û hinek jî bi saxî hatin şewitandin.

Paşê wan dest bi reşandina guleyan a li ser xelkê kir. Tiştê ku ji me re gelekî seyr bû, heta hinek xwenîşander jî dihatin kuştin."

Amerîkayê keştiya balafirhilgir hilgir a "USS Abraham Lincoln" li peravên Umanê bi cih kiriye ku tenê 700 kîlometreyan dûrî peravên Îranê ye.

Her wiha keştiya balafirhilgir a "USS Gerald Ford" jî ber bi sînorên Îsraîlê ve bi rê ketiye û niha li nêzîkî girava Krîtê ya Yunanistanê ye.

Heta niha Amerîkayê du keştiyên balafirhilgir (ku ji aliyê 5 hezar û 600 leşkeran ve tên birêvebirin), 16 keştiyên hevalbend, nêzîkî 120 balafirên cureyên F-35, F-22, F-16 û F-15, balafirên sotemeniyê, balafirên veguhastina kel û pelên leşkerî yên giran û balafirên çavdêrî û îstixbaratê veguhastine herêmê.