Medyaya Îranê: Milyonek çekdar li benda destpêkirina şer in
Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Îranê li ser zarê çavkaniyeke leşkerî belav kir ku ji bo şerê bejayî yê li gel Amerîkayê zêdetirî milyonek çekdarî hatine amadekirin.
Li gorî nûçeyê, amadehiya temam hatiye kirin ku di egera êrişekê de "dojeheke dîrokî" ji bo hêzên Amerîkayê dê were çêkirin.
Çavkaniyeke leşkerî ji medyaya Îranê re axivî.
Wê çavkaniyê li ser îhtimala destpêkirina şerê bejayî li eniya başûrê Îranê daxuyanî da û got:
"Li gel zêdebûna pêşbîniyan ên li ser îhtimala bêaqiliyeke dîrokî ji aliyê Amerîkayê ve, pêleke coş û kelecanê di nav şervanên bejayî yên Îranê de çêbûye.
Ew dixwazin li ser axa Îranê dojeheke dîrokî ji bo Amerîkiyan bixuliqînin."
Serlêdanên ciwanan zêde bûne
Wê çavkaniya leşkerî her wiha destnîşan kir ku ji bilî amadekirina zêdetirî milyonek kesî ji bo şerê bejayî, serlêdanên nû jî hene.
Di çend rojên borî de qerebalixiyeke zêde û pêleke serlêdanên ciwanên Îranî gihîştiye navendên Besîc, Supaya Pasdaran û Artêşê. Ew ciwan jî dixwazin tevlî şer bibin.
Li ser rewşa Tengava Hurmizê jî wê çavkaniya medyaya Îranê helwesta welatê xwe eşkere kir.
Wê çavkaniyê da zanîn, "Amerîka dixwaze tengavê bi stratejiya xwekuştinê veke. Pirsgirêk nîne, em amade ne ku hem ew stratejiya xwe ya xwekuştinê pêk bînin û hem jî tengav girtî bimîne."