ÎRAN - Balafirgeha Meşhedê hat bombebarankirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî daxuyaniya Cîgirê Parêzgarê Xorasana Rezewiyê ya Îranê êrişeke asmanî li Balafirgeha Meşhedê û Bajarokê Pîşesaziyê yê Xeyamê yê li bajarê Nîşabûrê hate kirin.
Cîgirê Parêzgarê Xorasana Rezewiyê Emîrullah Şemqederî ragihand:
"Tiştekî dijmin ketiye sînorê Balafirgeha Meşhedê û Bajarokê Pîşesaziyê yê Xeyamê yê Nîşabûrê."
Emîrullah Şemqederî her wiha diyar kir ku pergala parastina asmanî ketiye dewrê û ti ziyanên canî çênebûne.
Li gorî daxuyaniya Pêywendiyên Giştî ya Parêzgeriya Xorasana Rezewiyê, êriş li karwan, hol û avahiyeke nav Balafirgeha Meşhedê hatiye kirin.
Li gorî agahiyên destpêkê, di encama êrişê de kes nemiriye.
Ji nîvrojê ve dengê teqînan li çend bajar û bajarokên parêzgeha Xorasana Rezewiyê tê bihîstin.
Ev deng bi taybetî li Meşhed û Nîşabûrê hatin bihîstin.
Cara yekem e êrişî Xorasanê tê kirin
Di şerê 27 rojî yê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, ev cara yekem e ku parêzgeha Xorasanê tê armanckirin.
Doh şeva Çarşemê û demjimêrên destpêkê yên serê sibeha îro êrişî parêzgeha Xorasanê hat kirin.
Xorasan sînorê dawî yê Îranê yê li bakurê rojhilat e.
Ew xwediyê 600 kîlometreyan sînorê hevbeş e bi welatên Tirkmenistan û Efxanistanê re.
#VÎDEO - Êrişa îro ya Amerîka û Îsraîlê ya li bajarê Nîşabûrê yê Îranê#USA #Iran #Israel pic.twitter.com/3vK3LzfwSN
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 26, 2026