Îranê girtiyekî Belûç îdam kir

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Dadweriyê ya Îranê ragihand ku wan cezayê darvekirinê yê welatiyekî Belûç bi cih aniye.

Ew girtî berê bi tohmeta endamtiya rêxistineke çekdar a Sunî û "têkoşîna çekdarî ya li dijî Komara Îslamî ya Îranê" hatibû desteserkirin.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Saziya Dadweriya Îranê (Mîzan), nûçeya îdamkirina girtiyekî Belûç ê bi navê Amir Ramiş belav kir.

Li gorî Mîzanê, ew girtî endamekî çalak ê "Ceyşul-Edl"ê bûye ku rêxistineke çekdar a Sunî ye û li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê çalakiyan dike.

Mîzanê diyar kir ku Amir Ramiş di operasyonekê de li devera Pîrsohrabê ya bajarê Çabeharê ve hatiye girtin.

Ji ber "sûcên" wekî têkoşîna çekdarî ya li dijî Komara Îslamî, "çalakiyên xerabkarane û bombekirina rêyan" cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.

"Êrişî hêzên ewlehiyê kiribû"

Ajansa Mîzanê her wiha ragihand ku Amir Ramiş tevî çend kesên din û bi piştgiriya aliyên biyanî, çend caran êrişî karwanên wesayîtên hêzên ewlehiyê kiriye.

Di heman demê de Saziya Dadweriya Îranê dibêje ku têkiliya Amir Ramiş bi Mewlewî Ebdulxefar Neqişbendî re jî hebûye.

Neqişbendî wekî yek ji kesayetiyên Sunî yên dijberê Komara Îslamî tê naskirin û niha li derveyî welat e.

Li Îranê ji destpêka meha Adarê ve herî kêm 12 kes bi "sûcên" têkildarî "têkoşîna çekdarî ya li dijî Komara Îslamî, têkdana ewlehiya niştimanî û hevkariya bi Îsraîl û Amerîkayê re" hatine darvekirin.