Îran: Tengava Hurmizê dê venegere rewşa berê

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Parlamentoya Îranê ragihand ku Rêberê Îranê Mucteba Xaminêyî ferman daye.

Li gorî fermanê, dê Tengava Hurmizê "bi ti awayî" venegere rewşa berê.

Alîkarê Serokê Parlamentoya Îranê Elî Nîkzad li ser rewşa Tengava Hurmizê axivî.

Ji destpêka şerê Îsraîl û Amerîkayê yê li gel Îranê ve, Tengava Hurmizê ji çûn û hatina keştiyan re hatiye girtin.

Elî Nîkzad got, "Em dê bi ti awayî Tengava Hurmizê venegerînin rewşa berê, çimkî ev fermana rêberê bilind e."

Bandora li ser aboriya cîhanê

Li gorî gotina Elî Nîkzad, şerê 40 rojî ev yek nîşan da:

"Eger Îran tengavên Hurmiz û Bab el-Mendebê bigire, dê ji sedî 25ê aboriya cîhanê bikeve bin bandorê."

Şahreha enerjiya cîhanê

Tengava Hurmizê, şahreha enerjiya cîhanê ye. Di demên asayî de rojane pêncyeka petrola cîhanê di wir re derbas dibe.

Lê belê di vî şerî de ji ber metirsiya girtina wê, bihayên petrol û gazê bi awayekî berçav bilind bûne.

Her wiha Tengava Bab el-Mendebê jî Deryaya Sor û Kendava Adenê bi hev ve girê dide.

Husiyên Yemenê beşek ji "Bereya Berxwedanê" ne.

Di çêkirina pirsgirêkan a ji bo keştiyên li Deryaya Sor de ezmûna wan heye.

Ew niha gefê dixwin ku dikarin ji bo Tengava Bab el-Mendebê jî astengiyan derxin.