Îsmaîl Qaani: Em dê piştgiriyê bidin Hizbulahê

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Hêza Qudsê ya Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku yekrêziya Eniya Berxwedanê ji her demê rêkxistîtir e û niha bala wan a sereke li ser piştgiriya ji bo Hizbulaha Libnanê ye.

Fermandarê Hêza Qudsê ya Supaya Pasdaran Îsmaîl Qaani peyamek belav kir û got:

"Yekîtî û hevgirtina li seranserê eniya berxwedanê ji her demê bihêztir û rêkxistîtir e. Îro bala sereke li ser piştgirîkirina Hizbulah û beşên din ên eniya berxwedanê ye."

"Siyonîst nagihîjin armancên xwe"

Qaani amaje bi dîroka nakokiyan kir û got, "Dîrok şahîdiyê dide ku di dehan salên borî de, rejîma siyonîst ti şer bi pêkanîna armancên xwe bi dawî nekiriye."

Li gorî fermandarê Hêza Qudsê, "têkçûna li başûrê Libnanê, berdewamiya heman qedera dîrokî ye" ji bo Îsraîlê.

Aloziya li Libnanê û peyama Trump

Ev daxuyaniyên Îsmaîl Qaani di demekê de ne ku aloziyên navbera Îsraîl û Hizbulaha Libnanê gihîştine asteke metirsîdar.

Tevî hewlên navneteweyî yên ji bo çespandina agirbestê jî, rûbirûbûnên li başûrê Libnanê didomin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, Hizbulahê bi binpêkirina agirbestê tohmetbar dike.

Her wiha dan û standinên Îslamabadê ti encamek nedaye.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî îro ducare gihîşt Pakistanê lê heta niha Trump li ser neşandina şanda Amerîkayê ya ji bo dan û standinan biryardar e.

Trump li ser vê mijarê got, "Bêyî ku encameke wê hebe, pêwîst nake 16 saetan rê herin."