ÎRAN - 47 kesên din bi tohmeta ‘sîxuriya’ MOSSADê hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Hêza Dadwerî ya Parêzgeha Farsê Sedrullah Recayî diyar kir ku 47 kes bi tohmeta "sîxurî û hevkariya bi saziya îstixbarata Îsraîlê, MOSSADê re" hatine destgîrkirin.
Sedrullah Recayî ragihand: "Van kesan kiryareke dijminane kirine û hevkariya kesên ser bi dijmin ve kirine."
Bi gotina Sedrullah Recayî, piştî lêkolînên destpêkê, li dijî van kesan li dadgehê doza yasayî hatiye vekirin û dê di zûtirîn dem de bên darizandin.
Li parêzgeha Xuzistanê ya li başûrê rojhilatê Îranê jî 26 kes bi tohmeta "sîxuriya ji bo MOSSADê" û "hevkariya bi Îsraîlê re" hatine desteserkirin.
Şaxa Supaya Pasdaran a Xuzistanê îro ragihand ku wan kesan hewla têkdana ewlehiya welat daye, li tawanên xwe mikur hatine desteser kirine.
Piştî êrişên Îsraîlê yên li Îranê, di çend rojên borî de bi dehan kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi tohmeta sîxuriya ji bo MOSSADê û hevkariya bi Îsraîlê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine destgîrkirin.
Li gorî amarên dawî yên ku medyaya Îranê belav kirine, hêzên ewlehiyê yên wî welatî di nava 12 rojan de zêdetirî 700 kesî bi tohmeta hevkariya bi MOSSADê re desteser kirine.
Serokê Hêza Dadwerî ya Îranê Xulamhuseyn Muhsinî Ejeyî jî got, "Ji bo dozên ewlehiyê, bi taybetî ewên ku bi awayekî pêwendiya wan bi hevkariya rejîma dagirker re heye, yan jî wekî tabûra pêncem çalakî kirine, em dixwazin proseya darizandinê bileztir bikin."
Berbanga 13yê mehê Îsraîlê êrişî Îranê kir û piştre jî Îranê bersiv da.
Piştî şerekî dijwar ê 12 rojan Serokê Amerîkayê Donald Trump 24ê Hezîrana 2025an şerê Îran û Îsraîlê rawestand û agirbest ragihand.