Îranê hişyarî da Amerîkayê: Eger we hêza me bizaniya we behsa şer nedikir
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îranê Ebulfazil Şikarçî bersiv da gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump û hişyarî da birêvebiriya Washingtonê.
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îranê Ebulfazil Şikarçî diyar kir ku di egera şerekî de ew dê hemû hebûna leşkerî û berjewendiyên Amerîkayê yên li herêmê bikin hedef û encamên wê dê giran bin.
"Em ne alîgirê şer in lê natirsin"
Ebulfazil Şikarçî amaje bi gotinên dawî yên Donald Trump kir û tekez kir ku artêşa Îranê û Supaya Pasdaran di rewşa amadebaşiyê de ne.
Berdevkê Hêzên Çekdar diyar kir ku ew liv û tevgerên Amerîka û Îsraîlê yên li herêmê bi hûrgilî dişopînin û wiha axivî:
"Eger rayedarên Washingtonê kapasîte û hêza rastî ya Hêzên Çekdar ên Îranê bizanibûna, qet behsa şer nedikirin.
Em ne alîgirê şer in û li pey şer nînin lê em ji kesî jî natirsin. Em amade ne ku bi awayekî herî xurt welatê xwe û berjewendiyên gelê xwe biparêzin."
Şikarçî her wiha got, eger artêşa Amerîkayê gaveke "tehrîkkar" biavêje, Îran dê bersiveke "diyarker û wêranker" bide û hemû kel û pelên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê îmha bike.
Trafîka dîplomasiyê ya li Cenevreyê
Li gel van daxuyaniyên tund ên baskê leşkerî, di qada dîplomasiyê de hewayeke nermtir heye.
Gera sêyem a dan û standinên nukleer a di navbera Îran û Amerîkayê de li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê bi dawî bû.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li ser mijarê daxuyanî da û diyar kir ku hevdîtin gelekî cidî û dûdirêj bûn.
Ebas Eraqçî sînyal da ku deriyê dîplomasiyê vekirî ye û got:
"Di dan û standinan de me bipêşketineke baş bi dest xist. Me daxwazên zelal ên Taranê yên li ser dosyeya nukleer û rakirina cezayan gihandin aliyê Amerîkayê."