Nûnerê Xaminêyî li ser têkdana aboriya Îranê hişyarî da

Hewlêr (Rûdaw)  - Sekreterê Encşûmena Asayişa Niştimnaî ya Îranê, Elî Şemxanî dibêje, ew dê lêpirsînê îstixbaratî li gel hemû wan grûp û kesan bikin, ku hewla têkdana rewşa aborî ya Îranê didin.

 

Nûnerê Elî Xaminêyî yê rêberê Îranê û Sekreterê Encûmena Asayişa Nîştimnaî ya Îranê, Elî Şemxanî derbarê nerazîtiyên wan çend rojên dawiyê yên li wî welatî de axivî.

 

Elî Şemxanî di civîna rêveberên radyo û televîzyonên Îranê de got, êrîşeke rêkxistî û hevaheng li dijî Îranê heye ku pêwîst e li hember wan hewlan, li navxwe û derveyê welat hewl ji bo parastina yekbûna xelkê û dezgehên hikûmetê bihê dayîn.

 

Şemxanî da xuyakirin, ku ew jî erkê sereke yê ragihandinên Îranê ye ku hewl bidin yekîtiya xelkê biparêzin.

 

Şemxanî ji medyayên Îranê xwast, ku bernameyên nû yên aborî û peydakirina derfetên kar nîşan bidin û rûbirûyê xesarên weke qaçaxî û xirabiya rêveberiya îdarî û bankî bibin.

 

Sekreterê Encşûmena Asayişa Niştimnaî ya Îranê dibêje, ew dê lêpirsînê li gel wan grûp û kesan bikin, ku hewla têkdana rewşa aborî ya welat didin û tekez dike, ew rê nadin ku atmosfereke xirab bi ser rewşa aboriya Îranê de zal bibe, û di medyayan de rewşeke derûnî ya xirab ji xelêkê re çê bikin.

 

Elî Şemxanî destnîşan kiriye, şerê derûnî yê ragihandinan her weke piştevaniya li terorîstan û piştevanî li wan welatan e ku êrîşî Yemenê dikin.

 

Şemxanî herwiha ji kanalên hikûmetê yên derveyî Îranê jî xwast, ku hewl bidin bandorê li ser raya giştî ya herêmê û cîhanê çê bikin.

 

Ew gotinên Elî Şemxanî di demekê de ye, ku rewşa aboriya Îranê piştî sepandina cezayên tundtir bi ser wî welatî de ji aliyê Amerîkayê ve, roj bi roj xirabtir dibe û ji ber wê yelê jî ew çend roj in, ku li Tehran a paytext û çend bajarên din ên wî welatî xwepêşandanên nerazîbûnê tên lidarxistin.