Fransa: Divê Îran yekser vegere ser danûstandinên rêkeftina atomî
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Fransayê hişyariyê dide Îranê ku eger li ser helwêsta xwe ya niha berdewam be, ne tenê rakirina ambargoya Amerîkayê paş dikeve, di heman demê de rêkeftina li ser bernameyê etomî jî dikeve metirsiyê.
Berdevka Wezareta Derve ya Fransayê Agnes von der Mühll dibêje, eger Îran bilez venegere ser danûstandinan, egera rêkeftina atomî ku niha egereke bihêz e, zindîkirina rêkeftina etomî dixe metirsiyê.
Gera dawî ya danûstandinên li Viyennayê di navbera welatên endamê rêkeftina atomî (Brîtanya, Rûsya, Çîn, Fransa, Îran û Almanya) ligel Amerîkayê mehek berî niha bidawî bû. Ji ber guherîna desthilatê li Îranê û hatina ser kar a hikûmeteke nû danûstandin hatin rawestandin.
Hikûmeta Amerîkayê amadebûna xwe bo danûstandinên ligel hikûmeta nû ya Îranê aniye ziman. Amerîka dixwaze Îran vegere rêkeftina sala 2015an, ku li gor wê rêkeftinê, divê Tehran asta meyandina uranyumê kêm bike û santriyufujên pêşketî hilgire.
Lê ajansa Reutersê li ser zarê çend çavkaniyên Îranî ve belav kiriye ku eger heye Serokkomarê Hilbijartî yê Îranê Îbrahîm Reîsî li dijî nehiştina santriyufujên nû yên pêşketî û ragirtina meyandina uranyumê bi rêjeya ji sedî 60 be.
Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî di dema borî de çendîn car parlamentoya wî welatî tohmetbar kiriye ku nehiştiye rêkeftin bo zindîkirina rêkeftina etomî bê kirin. Hesen Ruhanî dibêje, eger ne ji yasayeke payîza sala borî ya parlamentoyê bûya, dê destpêka meha 3 ya îsal ambargoya li ser Îranê dihat rakirin.
Li gor wê yasaya parlamentoyê, Amerîka divê hemû ambargoyên ser Îranê rake û Îran jî rastiya rakirina ambargiyan dinirxîne, piştre Îran vedigere ser rêkeftina atomî ya sala 2015an. Zêdekirina rêjeya meyandina uranyumê û danîna santriyufujên nû yên pêşketî jî her bi wê biryara parlamentoyê ve girêdayî ne.