Îran li ser rêkeftina atomî: Em dikarin derbasî qonaxeke din bibin

Hewlêr (Rûdaw) - Gotûbêjên atomî yên Îran û hêzên cîhanê gihîştine qonaxeke hestiyar. Îran pêşniyaza ji nû ve aktîvkirina peymana atomî dîrase dike ku eger were îmzekirin dê guhertinên mezin ên herêmî û cîhanî pêk bîne.

Amerîka dixwaze Îran razî bibe ku bernameya xwe ya atomî sînordar bike, da ku ti carî nikaribe bombeya atomî çêbike. Di berdêla vê yekê de, Washington amade ye ku dorpêçan li ser kompanî û bankên Îranî rake, ku dê Tehran bi dehan milyar dolar ji bo aboriya wê ya lawaz qezenc bike.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron dibêje, niha çareser di destê Îranê de ye û divê ew reşnvîsa pêşniyarkirî qeûl bikin.

Wezîrê derve yê Îranê jî diyar kir dibe ku wezîrên derve yên welatên beşdar di rêkeftinê de piştî vekolîna pêşniyarê ji aliyê Têhranê ve dikarin li Viyenê ji bo îmzakirina peymanê bicivin.

Li gorî serokê Mossada Îsraîlê, tê çaverêkirin ku di rojên pêş de Îran û Amerîka rêkeftinê îmze bikin.

Herwiha li gorî berpirsên Amerîkî, bernameya atomî ya Îranê bi wî qasî bi hêz bûye kû dikare tenê di nava hefteyekê de bombeya etomî çê bike.

Di reşnvîsa pêşniyarkirî ya jinûve aktîvkirina rêketinama atomî de, Amerîkayê çend şert û merc ji bo Tehranê daniye dakû herî kêm ji bo çêkirina bombeya atomî, Îranê 6 meh lazim bin.

Îranê 9 bingehên atomî yên aşkere hene, ku ji wan ên herî navdar Fordû û Buşehr in.

Rayedarekî îdareya Biden ji medyayê re gotiye, eger Tehran şert û mercên Washingtonê qebûl bike,

- Îran wê meyandina uranyumê ji sedî 20 bo ji sedî 3,67 kêm bike.

- Divê bi hezaran santrîfujên mayandina uranyumê ji navendên xwe yên atomî derxîne.

- Divê Îran reaktorên xwe yên atomî jî neguherîne heta wê astê ku bikarin bombeyên atomî çêbikin.

Wezîrê Derve yê Îranê dibêje “Niha li ser wan şert û mercan lêkolînê dikin û eger razî bibin, dê wezîrên derve yên welatên rêketinameyê di demek nêzîk de li Viyenê bicivin û gotûbêjan temam bikin û rêketinnameyê îmza bikin.”

Lê ew venaşêre ku hê jî hin xalên nakokî hene ku bên çareserkirin.

Wezîrê Derve yê Îranê Hossein Amir Abdullahian anî ziman "Em di derbarê mijarên hilawîstî de pir cidî ne. Dema ku hemû alî vedigerin rêkeftina atomî, hin tohmetên siyasî û bêbingeh ji aliyê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomî ve nayên qebûlkirin. Ne ya qebûlkirinê ye ku ew tohmet bên dubarekirin.”

Berevajî wezîrê derve yê Îranê, serokomarê Fransayê dibêje ku top di meydana Îranê de ye û mijarên ajansa navdewletî ya enerjiya atomî û gotûbêjên li ser aktîvkirina rêketinnameyê du tiştên cuda ne ku Tehran divê wan bi hev ve girê nede.

Serokê Fransa Emmanuel Macron got"Li gorî min peymaneke mifadar e eger li gor şert û mercên heyî bê îmzekirin, ji wê yekê çêtir e ku ti rekftin nebin. Lê belê peymaneke ku her tiştî çareser nake, em dizanin, lewma pirsgirêka Îranê dê berdewam bike.”

Dezgehê Mossada îsraîlê dibêje, tê çaverêkirin ku Tehran û Washington di rojên pêş de rêkeftinekê îmza bikin û dibêje ew rekeftin nabe rêgir li hember bidestxistina çekên atomî ji aliyê Îrane ve, hişyarî jî did ku Îsraîl dê guh nede rêkeftinê ji bo jinavbirina gefên Îranê û kiryarên leşkerî li dijî Îranê dê pêk bîne.