Eraqçî: Şerê li dijî Îranê neyasayî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di peyamekê de bi tundî êrişî Serokê Amerîkayê û Serokwezîrê Îsraîlê kir û ragihand, hêzên wan ên çekdar ji bo her cure rûbirûbûnekê amade ne.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Eebas Eraqçî, li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û helwesta tund a welatê xwe ya li hemberî Amerîka û Îsraîlê nîşan da.

Ebas Eraqçî diyar kir, şerê Benjamin Netanyahu û Donald Trump ê li dijî Îranê, bi temamî "bêhincet, neyasayî û neheq e."

"Em van hewldanan wekî destdirêjiyê dibînin"

Eraqçî peyamek da ku welatê wî di warê hiqûqa navneteweyî de van hewldanan wekî "destdirêjî" dibîne.

Eraqçî di beşeke din a peyamê de, rexne li siyasetên Serokê Amerîkayê Donald Trump girtin û got ku Trump berjewendiyên Îsraîlê xistiye ser yên Amerîkayê û wiha got:

"Trump dirûşma 'Pêşî Amerîka' guhertiye û kiriye 'Pêşî Îsraîl'. Ev yek jî her tim tê wê wateyê ku Amerîka di rêza dawî de ye."

"Hêzên me amade ne"

Wezîrê Karên Derve yê Îranê her wiha got, "Hêzên me yên çekdar ên bihêz ji bo rojeke wiha amade ne.

Ew dê derseke layiq û mezin bidin êrişkaran."