Îran: Di êrişên me de gelek leşkerên Amerîkayê mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Beşa Pêwendiyên Giştî ya Supaya Pasdaran di daxuyaniyekê de ragihand ku di encama êrişên wan ên mûşekî yên li baregehên Amerîkayê de heta niha herî kêm 200 leşker hatine kuştin û birîndarkirin.

Lê belê welatên ku bûne armanc an jî mûşek li wan ketine, qala kuştina 6 sivîlan dikin.

Beşa Pêwendiyên Giştî ya Supaya Pasdaran daxuyand, di encama wê êrişa mûşekî ya ku îro li  baregehên Amerîka û Îsraîlê de, herî kêm 200 leşker hatine kuştin û birîndarkirin.

Beşa Pêwendiyên Giştî ya Supaya Pasdaran da zanîn ku hinek mûşekên Amerîka û Îsraîlê negihiştine armancên xwe.

Li gorî daxuyaniyê, ew mûşek li deverên çolterî yên Îraqê û welatên derdora Kendavê ketine.

"Em dikarin bi salan şer bikin"

Di heman demê de Şêwirmendê Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran Serdar Cebarî ragihand ku bi qasî ew karibin bi salan şer bikin cebilxaneya wan a leşkerî heye.

Serdar Cebarî ji medyaya welatê xwe re got, "Di destpêka şer de çi di depoyên me de hebe em dê bi kar bînin lê paşê em dê mûşekên xwe yên herî bihêz bi kar bînin."

Li Îmarat û Sûriyeyê sivîl mirin

Lê belê daxuyaniyên welatên din cuda ne.

Li gorî medyaya Îmarat û Sûriyeyê, di encama êrişên mûşekî yên Îranê de li Îmaratê kesek û li Sûriyeyê jî 5 kes mirin.

Medyaya van her du welatan diyar kiriye ku ti kes ji qurbaniyên êrişan ne leşker in û hemû sivîl in.

Vê sibehê Amerîka û Îsraîlê bi hev re dest bi êrişeke berfireh a li ser Îranê kir.

Piştî vê yekê bi demeke kurt, Supaya Pasdaran jî êrişî baregehên Amerîkayê yên li herêmê û êrişî Îsraîlê kir.