Îran: Em êrişî welatên cîran nakin
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku ew êrişî welatên herêmê nakin û got, "Êriş tenê wan beşên xaka welatan li xwe digirin ku baregehên leşkerî û berjewendiyên Amerîkayê lê ne."
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî êvara şemiyê li ser şerê welatê xwe yê li gel Amerîka û Îsraîlê hişyarî da welatên herêmê.
Beqayî got, "Li gorî yasayên navneteweyî, her cure hevkarî û beşdarbûna di kiryareke destdirêjkar a li Îranê de, dê bibe sedema berpirsyarbûna wan welatan jî."
"Em tenê xwe diparêzin"
Heta niha Îranê di çarçoveya bersivdana êrişên Îsraîl û Amerîkayê de, çendîn baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li welatên herêmê kirine armanc.
Îsmaîl Beqayî tekezî li ser vê yekê kir û got:
"Em êrişî ti welatên cîran nakin lê tiştê ku qewimiye, parastina me ya li hemberî destdirêjiya leşkerî ya Amerîkayê ye."
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê diyar kir ku Amerîka baregehên xwe yên leşkerî yên li xaka welatan ji bo êrişkirina ser Îranê bi kar tîne û pê de çû:
"Nexwe ew beş wekî xaka welatên cîran nayê hejmartin, çimkî di bin desthilat û xwedîtiya Amerîkayê de ye û wê li dijî me bi kar tîne."
"Em destê dostaniyê dirêj dikin"
Îsmaîl Beqayî her wiha eşkere kir, "Helwesta parastinê ya Îranê dê li dijî ti welatekî herêmê nebe, belkî em dê wekî berê destê xwe yê dostaniyê ji hemû welatên cîran re dirêj bikin."
Gotinên Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê di demekê de ne ku Amerîka û Îsraîlê îro serê sibehê êrişeke berfireh û hevbeş bir ser Îranê.
Piştî wê, Supaya Pasdaran jî dest bi êrişkirina ser baregehên Amerîkayê yên li welatên herêmê û Îsraîlê kir.