Heyva Sor a Îranê: Li 24 parêzgehan 201 kes hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Heyva Sor a Îranê ragihand ku êrişên Îsraîl û Amerîkayê li 24 parêzgehên welêt hatine kirin.
Wî da zanîn ku heta niha zêdetirî 200 kesî hatine kuştin û 747 kesên din jî birîndar bûne.
Berdevkê Heyva Sor a Îranê Mucteba Xalidî îro demjimêr 20:45an amarên dawî yên qurbaniyên êrişa Îsraîl û Amerîkayê ya li ser welatê xwe ragihand.
Li gorî gotina Mucteba Xalidî, heta niha êrişî 24 parêzgehên Îranê hatiye kirin û di encamê de herî kêm 201 kes hatine kuştin.
Berdevkê Heyva Sor a Îranê amaje bi hejmara birîndaran kir û got, heta niha ji ber êrişan birîndarbûna 747 kesan hatiye piştrastkirin.
"Li dibistanekê 85 xwendekar hatin kuştin"
Her wiha Qaymeqamê Mînabê yê parêzgeha Hurmizganê Mihemed Radmêhr piştrast kir ku tenê li dibistaneke seretayî ya keçan a li bajêr ku ji aliyê Îsraîlê ve hatiye hedefgirtin, 85 xwendekar hatine kuştin û 177 xwendekarên din jî birîndar bûne.
Îro berê sibehê Amerîka û Îsraîlê bi hevparî êrişeke berfireh li Îranê da destpêkirin û Donald Trump û Benjamin Netanyahu jî peyamên cuda derbarê êrişê de dan.
Demeke kurt pişt re jî Supaya Pasdaran dest bi êrişkirina li baregehên Amerîkayê yên li herêmê û Îsraîlê kir.