Heyva Sor a Îranê: Zêdetirî 93 hezar mal û dikan wêran bûne
Hewlêr (Rûdaw) - Heyva Sor a Îranê ragihand ku di êrişên Îran û Îsraîlê de zêdetirî 93 hezar mal û dikan wêrn bûne.
Heyva Sor a Îranê di rapora xwe ya herî nû de xisarên madî yên ku di êrişên Îsraîl û Amerîkayê de çêbûne eşkere kirin.
Heyva Sor a Îranê ragihand ku di encama bombebaranên dijwar de xisar gihiştiye 93 hezar û 233 yekeyên sivîl.
Ji van 71 hezar û 547 yekeyên niştecihbûnê û 20 hezar û 779 yekeyên bazirganiyê ne.
Tenê li Tehrana paytexta wî welatî, 31 hezar û 562 yekeyên niştecihbûnê û bazirganiyê xisar dîtiye yan jî bi temamî wêran bûne.
Xisarên binesaziyê û perwerdeyê
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êriş tenê bi xalên leşkerî ve sînordar nemane, binesaziya xizmetguzariyê jî hatiye hedefgirtin. Li gorî raporê:
Tenduristî: Xisar gihiştiye 295 navendên tenduristiyê û nexweşxaneyan.
Perwerde: Li deverên cuda 600 dibistan hatine wêrankirin yan jî xisar dîtiye.
Tîmên hewarçûnê: 17 navendên Heyva Sor, 48 otomobîlên operasyonan, 46 ambulans û 3 helîkopterên hewarçûnê hatine hedefgirtin û ji kar ketine.
Hejmara mirî û birîndaran
Ev amarên Heyva Sor di demekê de ne ku di şerê Amerîka-Îsraîlê yê li dijî Îranê de, li gorî amarên dawî yên Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, hejmara miriyên sivîl û leşkerî ji hezar û 937 kesan derbas bûye.
Hejmara birîndaran jî gihiştiye zêdetirî 24 hezar û 800 kesî.
Îdîaya Supaya Pasdaran a li ser Dubaiyê
Li gel wêrankariyên li ser sivîlan, Supaya Pasdaran a Îranê îdîa dike ku di êrişeke mûşekî de li ser du veşartgehên li Dubaiyê, xisareke mezin gihiştiye zêdetirî 500 leşkerên Amerîkayê.
Her wiha sektorên pola û enerjiyê yên Îranê jî rastî xisarên mezin hatine.
Şirketa Polayê ya Xuzistanê 27ê Adara 2026an ragihand ku ji ber bombebaranê xetên hilberînê bi temamî hatine rawestandin.