Recewî: Guhertinên li navçeyê mizgîniya hilweşana rejîma Îranê didin

 

Hewlêr (Rûdaw)- Serkirdeya opozîsyona Îranê, Meryem Recewî ragihand ku bûyerên niha li Iraqê diqewimin “Şoreseşeke dê desthilatdariya Malikî û desthilata rayedarên Tehranê li ser Iraqê bidawî bîne.”

 

Di merasîmekê de ku opozîsyona Îranê li derdora paytexta Fransa, Parîsê lidarxistibû û tê de bêtir ji 30 hezar kesî ji Amerîka, Ewropa, Kanada û Australia beşdar bûn, tevî 500 kesayetiyên Erebî û Îsalamî û rojavayî ku ji 69 welatan tevlî wê merasîmê bibûn, Meryem Recewî balkişand li ser bûyerên niha li Iraqê û girêdana wan bûyeran bi Îranê ve.

 

Meryem Recewî bûyerên ku ji roja 9ê mehê ve li Iraqê çêdibin bi şoreş da zanîn û ragihand ku ew şoreş dê “Destpêkek be bo bidawî anîna desthilatdariya Malikî û desthilatdariya rayedarên Tehranê li ser Iraqê.”

 

Herwiha Recewî got ku “Şoreşa gelê Iraqê û gelê Sûriyê navçe xist qonaxek nû de ku mizgîniya hilweşana rejîma Îranê jî dide.”

 

Recewî, ku seroka grûpa Mucahidîn Xelq a dijberî rejîma Îranê ye, diyar kir ku şoreşa niha li Iraqê “Li dijî wîlayeta feqîh li Tehranê ye û desthiladariya Îranê li ser Îraqê bidawî tîne.”

 

Meryem Recewî aşkere kir jî ku niha “Qasim Silêmanî ligel 200 serkirde ji Pasdarên Îranê li Iraqê ne û hevkariya hêzên Malikî dikin, piştî ku taifî di vî welatî de derxistin holê.”

 

Heriha wê rayedara opozîyona Îranê tekez kir ku Nûrî Malikî daxwaza çekdan ji Îran kiriye.