Enqere (Rûdaw) – Balyozê Îranê li Tirkiyê, Elîriza Bîgdilî ragihand, Îran jî mîna Tirkiyê naxwaze li bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) dewletek kurdî were avakirin.
Balyozê Îranê yê Enqereyê, Elîriza Bîgdilî duh piştî fitarê bi komek rojnamevanên Tirk re rûnişt.
Elîriza Bîgdilî li ser rewşa Sûriyê, şerê DAIŞê û hevkariya navbera Tehran û Enqerê de axivî û got, divê Tirkiye û Îran bi hev re hevkariyê bikin û aştî û aramiyê li Sûriyê pêk bînin.
Bîgdilî eşkere kir ku di mijara Sûriyê de di navbera Tehran û Enqerê de nakokî hene lê Îran jî mîna Tirkiyê alîgirê yekparçebûna xaka Sûriyê ye û naxwaze li bakurê wî welatî dewleta kurdî were avakirin.
Li gorî wî rayedarê îranî, hebûna hêzên kurdî li Rojavayê Kurdistanê û piştevaniya hêzên hevpeyman bo wan, planek e li dijî Tirkiyê.
Li ser wan nûçeyên ku behsa plana ketina artêşa Tirkiyê bo nav Sûriyê dikin jî, balyozê Îranê got, heta niha çend caran ev mijar bûye rojev lê ji aliyê rayaderên Tirk ve hatiye redkirin. Tirkiye xwedî şiyaneke bihêz a pêkanîna aştiyê ye ji ber wê jî eger serweriya welatekî endamê NY binpê bike ev şiyan namîne.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî beriya niha gotibû, çi dibe bila bibe em nahêlin li bakurê Sûriyê dewleta kurdî were avakirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse