Xelkê Tehranê ji civîna Ruhanî û Trump ne geşbîn in
Tehran (Rûdaw) - Civîna navbera serokên Amerîka û Îranê ku piştî Lûtkeya G7 ket rojevê, mijareke ku berdewam axaftin li ser tê kirin. Li ser cadeyên Tehranê jî gelek axaftin derbarê egera lidarketina wê civînê de tê kirin.
Tevî ku li Îranê jî egera civîna Ruhanî û Trump ketiye rojevê jî, lê baweriya beşek ji Îraniyan bi civînên ligel berpirsên Amerîkayê nayê, ji ber hest dikin ku Amerîka wan dixapîne.
Akinciyê Tehranê, Velîyulla Tevekulî dibêje: “Amerîka derewan dike, cezayan ranakin û herwiha berdewam dibin li ser wan heman tiştên berê dikirin. Ev heta eger em danûstandinê jî bikin, Amerîka li ser wan tiştên ku dixwaze bike berdewam dibe. Amerîka tiştekî bo welatê me nake û bi pey berjewendiyên xwe cde ye. Ruhanî jî bi heman awayî tiştekî nake, tenê axaftin e, tiştekî bo welat nake.”
Ji ber cezayên Îranê guşareke zêde li ser bazarên Îranê heye. Akinciyên vî bajarî jî li beramber van cezayan tenê Amerîkayê şermezar nakin, lê serkirdeyên xwe jî şermezar dikin ku heta niha nikarîne wan ji vê krîzê rizgar bikin.
Akinciya Tehranê, ku xwe weke Bîbî da naskirin, jî dibêje: “Bi baweriya min ew dikare ligel her kesekî bicive eger bixwaze, lê wan qet tiştek bo vî welatî nekirine. Çil sal dibe, ew ligel vî û wî dicivin, lê tiştekî cuda li Îranê çênebûye. Dema ez diçim bazarê, dibînim ku biha gelekî bilind in, guşareke aborî ya zêde li ser Îranê heye.”
Civîna navbera serokên Amerîka û Îranê ne dûr e û hevdem niha çend welat bi taybetî jî Fransa hewl dide civînekê di navbera Hesen Ruhanî û Donald Trump de organize bike, lê Tehranî ji sazkirina wê civînê ne geşbîn in û dibêjin, Amerîka li pey berjewendiyên xwe ye û serkirdeyên wan jî tiştekî bo vî welatî nakin.