Îran: Divê em xwe ji şer re amade bikin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komîteya Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Parlamentoya Îranê Îbrahîm Rezayî ragihand ku divê ew xwe ji bo şer amade bikin.
Rezayî her wiha got, nabe bi ti awayî ji navxweya welêt peyamên lawaz ji derve re bên şandin.
Îbrahîm Rezayî behsa dan û standinên şandeya Îranê û Fransa, Brîtanya û Almanyayê (E3) yên li bajarê Cenevreyê kir.
Rezayî ragihand ku yekî ji mijarên sereke yên gotûbêjên di navbera her du aliyan de nirxandina îhtimala dirêjkirin an bidawîkirina biryarnameya 2231ê a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bûye ku ew jî taybet e bi rakirina sizayên navneteweyî yên li ser Îranê.
"Em ji 3 welatên Ewropayê bi guman in"
Îbrahîm Rezayî got, “Gumana me ji sê welatên Ewropayê heye, ji ber ku roleke wan a baş û erênî nebûye.
Wekî nimûne pabendî sozên xwe yên di çarçoveya peymana atomî de nebûne ku yek ji wan jî rakirina dorpêçên li ser Îranê bû.”
Rezayî her wiha anî zimên ku nabe Îran pêşwaziyê li dirêjkirina biryarnameya 2231ê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo kêmtir an zêdetirî şeş mehan bike, ji ber ku ti sûda wê ji bo wan nîne û “dê bibe sedema têkdana seqamgiriya bazar û civaka me.”
"Divê em ji bo şer amade bin"
Li ser îhtimala êrişeke din a Îsraîlê ya li Îranê Serokê Komîteya Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Parlamentoya Îranê Îbrahîm Rezayî got:
“Ti tişt ne diyar e, tiştê ku ez dikarim bibêjim ew e ku divê em ji bo şer amade bin.
Eger em xwe ji bo şer amade bikin, dijmin newêre êrişî me bike û şikir ji Xwedê re hêzên me yên çekdar di amadebaşiya tam de ne."
Mekanîzmaya Spapbackê
Îhtimal heye ku îro an sibe înê sê welatên Ewropayê (Almanya, Fransa û Brîtanya/ E3) mekanîzmaya “snapback”ê aktîv bikin.
Bi aktîvkirina mekanîzmayê re, di nava 30 rojan de Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dê li ser mijarê bicive û biryar li ser vegerandina wan dorpêçên navneteweyî bide ku piştî peymana atomî ya sala 2015an li ser Îranê hatibûn rakirin.
Ebas Îraqçiyê Wezîrê Karên Derve yê Îranê ragihandibû ku mafê exlaqî û yasayî yê welatên Ewropayê nîne ku mekanîzmaya vegerandina dorpêçên navneteweyî li ser Îranê aktîv bikin.
Îraqçî her wiha hişyarî dabû ku eger ew mekanîzma were aktîvkirin, dê bertekeke tund a Tehranê hebe.