Navenda Nûçeyan - Rêberê Bala yê Komara Îslamî ya Îranê Ayetullah Elî Xameneyî fermandeyekî Artêşa Pasevanên Şoreşa Îslamî anî serokerkaniya hêzên çekdar.
Televizyona resmî IRIBê roja duşemê ragihand ku General Mihemed Hoseyn Baxerî (55) yê di şerê digel Iraqê (1980-1988) de cî girtiye wekî serokerkanê nû hate destnîşankirin.
Baxerî şûna Gen. Hesen Fîruzabadî digire ku 14 sal e serokerkan bû.
Fîruzabadî
Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) ku ji orta meha Hezîranê ve li dijî hêzên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê dest bi helmeteke nû ya çekdarî kiriye guherandina serokerkanê Îranê bi şer û pevçûnên vê dawînê ve girê da.
Li Rojhilatê Kurdistanê şer
Liser hesabê xwe yê Twitterê, PDKÎyê got:
"Xameneyî piştî hêzên çekdar ên Îranê ziyanên mezin bi destê Pêşmerge dan, serokerkanê xwe guherand."
Li gorî PDKÎyê di pevçûnên 15-16ê Hezîranê de li gundewarên Şino û Pîranşarê herî kêm 20 leşker, pasevan û cerdevanên Îranê hatibûne kuştin.
Herwiha pêr û behtir pêr, PDKÎyê ragihandibû ku hêzên Pêşmerge li Sine, Merîwan û Seqizê jî 14 leşkerên Îranê kuştibûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse