Daketina buhayê tumen li hember dolar rekor şikand

Hewlêr (Rûdaw) – Daketina buhayê tumenê Îranê li hember diravên biyanî û bi taybet dolar hejmareke pîvaneyî tomar kir û îro 1 dolarê amerîkî sînorê 10 hezar tumenî derbas kir û gihîşte 11 hezar û 200 tumenê îranî.

 

Di demekê de ku îro Yekşemî 29ê Tîrmeha 2018an bazarên cîhanê di bêhnvedanê (tatîlê) de bûn, bilindbûna nirxê dolar li bazarên Îranê nirxekî dîrokî tomar kir û buhayê her dolareke amerîkî li hember diravê îranî, sînorê 10 hezar tumenî derbas kir.

 

Zêdetir ji salekê ye, ku alozî di bazara diravan a Îranê de derketiye û buhayê tumen roj bi roj li hember diravên biyanî û bi taybet dolarê amerîkî dadikeve, lê belê di çend mehên bihorî de ew daketin bi awayekê lezgîntir çê dibe.

 

Di dawiya hevîna sala bihorî de nirxê her dolarekî amerîkî di bazara azad de derdora 3.800 tumenê îranî miamile pê dihat kirin, lê belê ji wê demê ve heta niha daketina buhayê tumen bi awayekê bilez berdewam e û îro nirxê her dolarekî amerîkî li bazara azad a Îranê gihîşte 10 hezar tumenî û piştre di dawiya rojê de asteke pîvaneyî tomar kir û gihîşte 11 hezar û 200 tumenî.

 

Çend roj berî niha Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî bi hêviya wê yekê ku heta astekê aloziya di bazara diravan de kontrol bike, serokê banka navedî ya Îranê guhertibû.

 

Herwiha nirxê her euroyekê jî derdora 13 hezar û 300 tumenî hat ragihandin. Nirxê her lîreyeke zêrê îranî jî îro li bazarê gihîşte 4 milyon û 500 hezar tumenî.

 

Ew yek di demekê de ye, ku nirxê hikûmetî yê dolar 4 hezar û 400 tumen hatiye ragihandin, ku li gorî biryara 4,200 tumenî ya pêştir a hikûmetê, 200 tumen ciyawazî di nirxê wê de jî heye.