Larîcanî: Dosyeya lêpirsîna Ruhanî naçe dadgehê

Navenda Nûçeyan - Serokê Parlemana Îranê Elî Larîcanî ragihand, ku doseya lêpirsîna ligel serokomarê wî welatî Hesen Ruhanî ji bo dezgeha Dadê ya Îranê nayê şandin.

 

Elî Larîcanî di civîna îro ya Parlamentoya Îranê de bersiv da pirsên parlementeran ên derbarê şandina dosyeya Serokomarê wî welatî ji bo dezgeha dadê û got: “Ji ber ku di pirsên parlemnteran de Hesen Ruhanî bi pêk neanîna yasayê nehatiye tawanbar kirin em nikarin dosyeya wî bişînin dezgeha dadê.”

 

Serokê Parlemena Îranê diyar kir, binpêkirin an jî bicî nekirina yasayê di her pênc pirsên parlementeran de nebûn ku arasteyî Ruhanî kiribûn.

 

Hêjayê gotinê ye, ku duh Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî li ser vexwandina fermî ji bo bersivdana pirsên parlamenteran li parlamentoyê amade bûbû.

 

Parlamenteran derbarê pirsgirêkên wî welatî û bi taybet rewşa xirab a aborî û daketina buhayê diravê wî welatî pirs ji Ruhanî kirin û wî jî bersiva pirsan da, lê parlamento bi bersivên Ruhanî razî nebû.