Îran çavdêriya sînorên xwe dike elektronî
Hewlêr (Rûdaw) – Îranê ragihand, dê çavdêriya sînorên xwe yên bi welatên cîranê re bihêztir bike û diyar kir, ji bo bêtir kontrolkirinê, çavdêriya sînoran dê bi sîstema elektronî bê kirin.
Wezîrê Navxwe yê Îranê, Ebdulrehman Rehmanî Fezlî îro pêncşemê ragihand, sindoqa geşedana niştîmanî ya wî welatî tevahiya bûdceya pêwîst ji bo danîna sîstema elektronî li ser sînorên welat ji bo çavdêriya sînoran dabîn dike.
Rehmanî Fezlî herwiha diyar kir, li ser sînorê Îranê yên bi welatên cîran re hêzên pasevanên sînor jî dê bêne bihêzkirin.
Fezlî amaje bi sînorê Rojhilatê Kurdistanê û Sîstan û Belûcistan kir û got, ew dê zêdetir girîngiyê bi ewlehiya sînorên rojhilat û rojavayê Îranê bidin.
Ji ber hebûna opozisyonên çekdar li Rojhilatê Kurdistanê û Sîstan û Belûçistanê, di egera her cure alozbûneke li herêmê de, hikûmeta Îranê ji têkçûna rewşa ewlehiyê li ser wan sînorê xwe nîgeran e.
Wezîrê Navxwe yê Îranê herwiha amaje bi wê yekê da, ku di sala bê de, kontrolkirina sînorê wî welatî dê bikeve qonaxeke din de û dê çavdêrîkirin û parastina sînoran tundtir bibe.
Li sînorê Rojhilatê Kurdistanê û Belûçistanê, gelek caran şer û pevçûnên çekdarî di navbera grûpên çekdar ên opozisyona hikûmeta Îranê de rû didin, ku ji herdu aliyan qurbanî çê dibin.
Herî dawî pêr li sînorê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê di navbera pêşmergeyên HDKê û Supaya Pasdaran de şer derket, ku li gor daxuyaniya Supaya Pasdaran, di vî şerî de 2 pêşmergeyên HDKê jiyana xwe ji dest dane.
Çend roj berî wê jî, li nav bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê, endamekî xwecihî yê Supaya Pasdaran ê bi navê Xalid Şuwane ji aliyê grûpeke çekdar ve hatibû kuştin, ku hin çavkaniyan amaje bi wê yekê dikir, ji aliyê Bazên Rizgariya Kurdistanê, hêza çekdar a ser bi HDKê ve hatiye kuştin.