Îran: Me ‘Ebû Ayişe Kurdî’ û çend xwekuj kuştin

29-11-2016
RÛDAW
Wezîrê Îtilaata Îranê ragihand, wan Ebû Ayişe Kurdî kuştiye.
Wezîrê Îtilaata Îranê ragihand, wan Ebû Ayişe Kurdî kuştiye.
Nîşan Îran Wezîrê Îtilaata Îranê Seyid Mehmûd Elewî DAIŞ Ebû Ayiçe Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Îtilaata Îranê ragihand, hêzên îtilaata Îranê heyamek berî niha yek ji serkirdeyên DAIŞê yê bi navê Ebû Ayişe Kurdî li sînorê navçeya Cuwanro ya Kirmaşanê kuştin.

 

Wezîrê Îtilaata Îranê, Seyid Mehmûd Elewî îro sêşemî berî nîvro di merasîmeke bi boneya koça dawîn a pêxemberê îslamê de li bajarê Tehran ê paytexta Îranê, gotarek pêşkêş kir.

 

Seyid Mehmûd Elewî ragihand: “Yek ji serkirdeyên DAIŞê bi navê Ebû Ayişe Kurdî li gel hejmarek hevalên xwe ku xwekuj bûn, xwastin sînorê Îranê derbas bikin û ber bi paytext bên.”

 

Elewî herwiha got, “Ebû Ayişe Kurdî û çend xwekujên din ji aliyê hêzên Îtilaata Îranê ve hatin kuştin.”

 

Gotinên Wezîrê Îtilaata Îranê di demekê de ye, ku meha 6 a îsal, nûçeya kuştina Ebû Ayişe Kurdî ji aliyê DAIŞê bi xwe ve hatibû belavkirin û li gorî wê rêxistinê bi xwe, Ebû Ayişe Kurdî li nêzîkî Mexmûrê hatibû kuştin.

 

Nayê zanîn, ew kesê ku Wezîrê Îtilaata Îranê behsa wî dike, kê ye, çimku wî di axavtina xwe de ti zanyariyên hûr aşkere nekir.

 

Roja 17ê Tebax a îsal, di navbera hêzên Îtilaata Îranê û hejmarek çekdar de ku dihat gotin, çekdarên DAIŞê bûne, li navçeya Cuwanro ya ser bi parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê şer derketibû.

 

Wê demê çavkaniyên xwecihî ji Rûdawê re gotibûn, ku yek ji kesên kuştî di wan pevçûnan de Ebû Ayişe Kurdî bûye û ji bajarê Felûce yê Iraqê ve hatiye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst