Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê: Em yekser bi Amerîka re muzakere dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê û Endamê tîma danûstankar di muzakereyên etomî de Ebas Eraqçî, eşkere kir ku Îran niha di meseleya etomî de, “bi awayekî yekser” bi Amerîka re di diyalogê de ye.

Li gorî nûçeya ajansa ÎSNA ya îranî, alîkarê wezîrê derve yê Îranê û endamê şanda danûstankar a wî welatî de di muzakereyên etomî de Ebas Eraqçî, diyar kir ku diyalog û muzakereyên Îran û welatên endamên dayimî yên Encumena Ewlehiyê ya NY û Almanya (koma 5+1) dê sibê (30.12.2013) li bajarê Jinêvê yê Swîsrayê dîsa dest pê bike û dê rojekî bidome.

Li gorî nûçeyê, Ebas Eraqçî her wiha eşkere kir ku Îran niha di mijara etomî de bi awayekî yekser digel Amerîka di diyalogê de ye û wiha got: “Me ev yek veneşartiye. Me him li New Yorkê, him li Jinêv û Viyanna û him jî di civînên pisporî de bi awayekî yekser bi berpirsên Amerîka re muzakere kiriye.”

Li gorî Eraqçî, piraniya dorpêç û cezayên ku li dijî Îranê hatine sepandin, dorpêçên yekalî ne û tenê ji aliyê Amerîka ve hatine sepandin ji ber wê jî divê navbera Tehran û Washingtonê de civînên yekser bên sazkirin.

Wî endamê tîma danûstankar a Îranê di muzakereyên etomî, ragihand ku ji ber ku gellek hûriyên meselê tên behsakirin, muzakere hêdî hêdî pêşve diçe.

Beriya niha jî şêwirmendê karûbarên navdewletî yê rêberê Îranê Xaminêyî, Elî Ekber Vilayetî daxwaz kiribû şanda danûstankar a îranî bi 6 welatên ku tevlî muzakereyên etomî dibin, bi awayekî cihê cihê rûnê ji ber ku her yek ji wan welatan taybetmendiyên xwe hene.

Pêwendiyên fermî yên navbera Îran û Amerîka piştî şoreşa îslamî ya Îranê ya sala 1979ê gihîşt pileya herî nizim û ev yek piştî êrişa li dijî konsulxaneya Amerîka li Tehranê bi tevahî qut bibû.