Artêşa Îranê: Li başûrê welêt 5 dron hatin xistin
Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku li peravên başûrê welêt 5 dronên cureyê Hermes hatine xistin.
Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê daxuyaniya nivîskî ya Supaya Pasdaran weşand.
Di daxuyaniyê van gotinan cih girtiye: "Doh li peravên başûrê welêt 5 dronên cureyê Hermes ên dijmin hatin xistin."
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji destpêka êrişên Amerîka-Îsraîlê yên li ser Îranê ve (28ê Sibatê) heta niha derdora 140 dronan hatine bêbandorkirin.
Dronên Hermes
Dronên Hermes ên ku ji aliyê Şirketa Elbit Systemsê (navenda wê Îsraîl e) ve tên hilberîn, ji asta taktîk bigire heta ya stratejîk ji bo erkên cuda hatine sêwirandin.
Modelên dronên cureyê Hermes ên wekî 45, 90, 450, 900 û 900 Starliner hene.