Hikûmeta Îranê: Ji destpêka şer ve 246 jin hatine kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Hikûmeta Îranê Fatime Muhaceraniyê ragihand ku ji destpêka şer ve 246 jin û 216 kesên di bin 18 saliyê re hatine kuştin.

Berdevka Hikûmeta Îranê Fatime Muhaceraniyê daxuyaniyek belav kir.

Muhaceraniyê li ser êrişên Îsraîl û Amerîkayê axivî û got:

"Ji destpêka şer ve heta niha 246 jin, 216 kesên di bin 18 saliyê re û 17 zarokên di bin 5 saliyê re ji ber êrişên Amerîka û Îsraîlê hatine kuştin."

Alîkara Karên Navneteweyî ya Heyva Sora Îranê Raziye Alîşwendiyê jî amarên nû yên şer eşkere kirin.

Raziyeyê diyar kir ku heta niha 102 hezar û 243 welatiyên sivîl bûne armanca êrişan.

Zererên madî û Heyva Sor

Li gorî amarên Heyva Sor, zererên madî bi vî rengî ne:

Zêdetirî 80 hezar xaniyên rûniştinê hatine rûxandin.

20 hezar yekeyên bazirganî zerer dîtine.

296 navendên tendurustiyê û 600 navendên xwendinê bûn armanc.

Raziye Alîşwendiyê her wiha eşkere kir ku 18 navendên Heyva Sor jî zerer dîtine.

Di encama êrişan de 17 xebatkarên wan birîndar bûne û 2 karmendên wan jî hatine kuştin.

Amarên birîndaran

Berpira Heyva Sora Îranê ragihand ku hejmara birîndarên sivîl gihiştiye nêzîkî 21 hezar kesan.

Di nav birîndaran de 1,731 kes di bin 18 saliyê re ne û 4,163 jin jî hene.

Li gorî amaran, di nav jinên hatine kuştin de du jinên ducanî jî hene.