Îran: Amerîkayê bi rêya Pakistanê daxwaza dan û standinê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Îranê dibêje, bi rêya Pakistanê peyama Amerîkayê gihiştiye destê wan ku tê de Washington daxwaza dan û standinê dike.
Lê Tehran wan daxwaziyan wekî "zêdexwazî" bi nav dike û dibêje, "Ti dan û standinên me yên rasterast bi Amerîkayê re nînin."
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî li Tehranê di konferanseke rojnamegeriyê de behsa bipêşketinên siyasî û leşkerî yên dawî yên herêmê û pêwendiyên Tehran û Washingtonê kir.
"Peyama Amerîkayê bi rêya Pakistanê gihişt me"
Îsmaîl Beqayî li ser îhtîmala dan û standinên bi Amerîkayê re got, "Ti dan û standinên me yên rasterast bi Amerîkayê re nebûne.
Tiştê ku heye tenê bihevguhertina peyaman e bi rêya navbeynkaran, bi taybetî Pakistan ku tê de Amerîkayê xwesteka xwe ya ji bo dan û standinan nîşan daye."
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bi tundî rexne li helwestên Amerîkayê girtin û got:
"Baweriya cîhanê ya bi dîplomasiya Amerîkayê gelekî kêm bûye.
Ew daxwazên ku di bin navê 'projeya 15 xalî' de ji me re hatine şandin, daxwazên zêdexwazane, dûrî rastiyê û neaqilane ne."
Biryara şer û aştiyê
Beqayî di bersiva pirseke li ser aloziyên leşkerî yên dawî de, amaje bi wê yekê kir ku biryara şer û aştiyê ya li Îranê pêvajoyeke destûrî ye û got:
"Biryardayîna li ser şer û aştiyê li gorî destûrê, ji aliyê desthilatên pêwendîdar ve û li gorî berjewendiya welêt dibe."
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Beqayî her wiha ragihand:
"Dema ku Îsraîl û Amerîka êrişî jêrxan û navendên me yên zanistî dikin, mentiqî ye ku hemû tekeziya me li ser parastina serwerî û yekparçeyiya welêt be."
Beqayî bangî welatên herêmê kir ku di hewldanên xwe yên ji bo aştiyê de "rastbîn û dadperwer bin" û ne tenê ji Îranê daxwaza xweragirtinê bikin, belkî binêrin bê ka kê dest bi şer kiriye.
"Bêdengiya Grossi cihê mixabiniyê ye"
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê behsa helwesta Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî ya li hemberî êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li dezgehên nukleerê yên Îranê kir û bi tundî rexne li Birêvebirê Giştî yê Ajansê Rafael Grossi girtin û got:
"Bêdengiya ajansê û Grossi ya li hemberî êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li dezgehên nukleerê cihê dilgiraniyê ye. Ev êriş li gorî qanûnên ajansê tawan in."
Beqayî hişyarî da ku Grossi di du salên borî de karekî baş nekiriye û got:
"Birêvebirê ajansê li şûna ku êrişkaran şermezar bike, daxuyaniyekê dide ku pirsgirêkan aloztir dike.
Ew ne bêalî ye û karê yekem ê ajansê divê şermezarkirina wan tawanan be ku li dijî jêrxana me ya nukleerê tên kirin."
Civînên Pakistanê
Li ser wan civînên ku Pakistan bi welatên cîran re li dar dixe, Beqayî ragihand ku Îran di wê çarçoveyê de beşdar nabe lê got:
"Eger welatên cîran xema aştî û ewlehiyê bixwin, ev cihê destxweşiyê ye lê divê were zanîn ka kî sedema têkdana vê aramiyê ye."