Îranê wekîlê nû yê Wezareta Parastinê eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku Seyîd Mecîd Îbn Riza wekî Wekîlê Wezîrê Parastinê yê Îranê hatiye diyarkirin û cihê Ezîz Nesîrzade digire.

Di destpêka êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê de, Wezîrê Parastinê yê Îranê Ezîz Nesîrzade di nav wan berpirs û fermandaran de bû ku hatibûn kuştin.

Medyaya fermî ya Îranê îro ragihand ku fermandarê artêşê Seyîd Mecîd Îbn Riza bi awayê fermî wekî Wekîlê Wezareta Parastinê ya Komara Îslamî ya Îranê dest bi kar kiriye.

Pêwendiya bi Tirkiyeyê re û gefa tolhildanê

Wezareta Parastinê ya Îranê di daxuyaniya xwe ya yekem a piştî destbikarûna wekîlê nû de eşkere kir ku Serdar Îbn Riza bi hevtayê xwe yê Tirkiyeyê re pêwendiyeke telefonî pêk aniye.

Hat diyarkirin ku wan di hevdîtina xwe de behsa rewşa ewlehiyê ya herêmê kiriye.

Îbn Riza di peyama xwe ya yekem de gefa tolhildanê xwar.

Wî ragihand, "Komara Îslamî dê cezakirina destdirêjkeran bidomîne."

Seyîd Mecîd Îbn Riza kî ye?

Seyîd Mecîd Îbn Riza sala 1963yan ji dayîk bûye.

Ew efserekî bilind ê leşkerî û siyasetmedarekî naskirî yê Îranê ye.

Beriya ku vê postê wergire, wî wekî Alîkarê Wezîrê Parastinê xebitiye û ew yek ji kesayetiyên diyar ên pîşesaziya leşkerî ya Îranê bûye.

Îbn Riza xwedî ezmûneke zêde ya birêvebiriya leşkerî ye.

Wî berê çend postên stratejîk li Wezareta Parastinê, Serokerkaniya Giştî ya Hêzên Çekdar û saziyên pîşesaziya parastinê ya Îranê wergirtine.

Daîreya Pêwendî û Ragihandinê ya Ofîsa Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan, meha borî Seyîd Mecîd Îbn Riza wekî Wekîlê Wezareta Parastinê diyar kiribû.

Lê belê ev biryar îro bi awayê fermî hat ragihandin.