Di mehekê de 20 zanîngeh û navendên xwendinê yên Îranê hatin bombebarankirin
Hewlêr (Rûdaw) - Di nava meheke şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê de, herî kêm 20 zanîngeh û navendên xwendina bilind ên wî welatî hatin bombebarankirin.
Zanîngeha Zanist û Pîşesaziyê ya Îsfehanê ku wekî yek ji zanîngehên herî pêşketî yên Îranê tê naskirin, bi temamî hate rûxandin.
Wezîrê berê yê Peywendiyan û Teknolojiyê yê Îranê Îsa Zarepûr Ii ser êrişan wiha got:
"Ev kavilên ku hûn dibînin, cihê çêkirina peyka 'Zefer 2' bûn. Berî çend rojan dijmin li Navenda Lêkolînên Fezayê jî xist.
Armanca dijminê Siyonîst-Amerîkayî sekinandina pêşketina Îranê ye."
Êrişên Amerîka û Îsraîlê her ku diçe firehtir dibin. Îran jî bi mûşek û dronan li Îsraîl û berjewendiyên Amerîkayê dixe.
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî yê Îranê Husên Sîmayî Seraf diyar kir ku ji destpêka şer ve zêdetirî 20 zanîngeh û peymangeh bûne armanca bombebaranan.
Seraf di berdewamiyê jî de got, "Me belgeyên pêwîst kom kirine da ku li navendên dadgehî yên navneteweyî serlêdanê bikin.
Avakirina ducare ya zanîngehan û razangehên xwendekaran di rojeva me ya sereke de ye."
Supaya Pasdaran a Îranê jî gef xwar ku ew dê wekî tolehildana êrişên ser zanîngehên xwe, li zanîngehên Amerîkayê yên li herêmê bixin.
Li gorî amarên dawî yên Heyva Sora Îranê, ji destpêka şer ve zêdetirî 103 hezar avahî û cihên sivîl ji ber bombebaranên Amerîka û Îsraîlê zerer dîtine û beşek ji wan bi temamî hilweşiyane.
Li aliyê din, Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê hişyariyeke tund a ewlehiyê belav kir û ragihand ku Îran û komên çekdar ên nêzîkî wê, dixwazin zanîngehên Amerîkî yên li Bexda, Dihok û Silêmaniyê bikin armanc.