Zererên şer ên li Îranê hatin eşkerekirin: Nêzîkî 21 hezar sivîl birîndar bûne
Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Kar û Barên Navneteweyî û Mafên Mirovan a Heyva Sor a Îranê Raziye Alîşvendiyê ragihand ku ji destpêka şer ve heta niha zêdetirî 102 hezar sivîl bûne armanc.
Her wiha zerereke mezin gihiştiye navendên tenduristî û perwerdeyê.
"Zêdetirî 80 hezar avahiyên niştecihbûnê wêran bûne"
Raziye Alîşvendiyê bi daxuyaniyekê amarên qurbaniyên şer belav kirin û got:
"Heta niha 102 hezar û 243 sivîl bûne armanc.
Zêdetirî 80 hezar avahiyên niştecihbûnê, 20 hezar avahiyên bazirganiyê, 296 navendên tenduristiyê û 600 navendên perwerdeyê bûne hedef."
17 karmendên Heyva Sor birîndar bûne
Raziye Alîşvendiyê derbarê zererên saziya xwe jî amaje bi wê yekê kir ku zerer gihiştiye 18 navendên ser bi Heyva Sor ve.
Wê diyar kir ku di encamê de 17 karmend birîndar bûne û 2 karmend jî hatine kuştin.
"Nêzîkî 21 hezar sivîl birîndar bûne"
Berpirsa Heyva Sor a Îranê di beşeke din a axaftina xwe de eşkere kir ku bi giştî hejmara sivîlên birîndar gihiştiye nêzîkî 21 hezar kesan.
Li gorî agahiyên ku wê dane, ji wan birîndaran hezar û 731 kes di bin 18 saliyê de ne û 4 hezar û 163 jî jin in.
Her li gorî amaran, heta niha 214 zarok û 244 jin hatine kuştin ku 2 ji wan ducanî bûne.