Îran: Em dê bi pêngaveke bêhempa bersivê bidin dorpêçê
Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî ewlehiyê yê Îranê ragihand ku artêşa wan dê demeke nêzîk bi "pêngaveke bêhempa" bersivê bide dorpêça deryayî ya Amerîkayê.
Berpirsekî ewlehiyê yê pilebilind ê ku navê wî nehat eşkerekirin, li ser vê mijarê ji televîzyona dewletê ya Îranê Press TVyê re axivî.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew dê demeke nêzîk bi "pêngaveke bêhempa" bersivê bidin dorpêça deryayî ya Amerîkayê.
Hat gotin ku Hêzên Çekdar ên Îranê heta niha bi zanebûn bi aramî tevgeriyane da ku şansekî bidin dîplomasiyê.
Wî berpirsî da zanîn ku wan xwestiye Amerîka mercên Îranê yên ji bo bidawîkirina şer a bi awayekî mayînde fêhm bike û qebûl bike.
Dorpêça deryayî ya Amerîkayê
Piştî êrişên Amerîka û Îsraîlê yên 28ê Sibatê, Supaya Pasdaran a Îranê 2yê Adarê ragihandibû ku wan Tengava Hurmizê li ber derbasbûnan girtiye.
Paşê pêvajoya dan û standinên Amerîka û Îranê ya li Pakistanê têk çûbû.
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî têkçûna dan û standinan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ew dê pêvajoya dorpêçkirina Tengava Hurmizê bidin destpêkirin.
Yekser piştî vê daxuyaniya Trump, Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) daxuyaniyek belav kir.
CENTCOMê eşkere kir ku ew dê 13ê Nîsanê li dijî hemû wan keştiyên ku dikevin benderên Îranê yan jî ji wan derdikevin, dorpêçeke deryayî bidin destpêkirin.