Pizîşkiyan: Dibe ku Amerîka û Îsraîl dîsa di dema dan û standinan de êriş bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand ku welatê wî di dan û standinên berê de rastî êrişên Amerîka û Îsraîlê hatiye.

Pizîşkiyan  diyar kir ku îhtîmal heye hewldaneke wiha careke din ducare bibe.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, Pizîşkiyan û Serokkomarê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko bi rêya telefonê axivîn.

“Amerîka û Îsraîlê di dema dan û standinan de êriş kir”

Di hevdîtinê de pêwendiyên her du welatan û mijarên herêmî hatin nirxandin.

Pizîşkiyan got, “Îranê di çarçoveya hesta berpirsyariyê de her tim hewl daye ku nakokiyan bi rêya diyalog û dîplomasiyê çareser bike.”

Lê di dema dan û standinan de Amerîka û Îsraîlê du caran êrişî Îranê kir. Îhtîmal heye ku hewldaneke wiha ducare bibe.”

Serokkomarê Îranê her wiha destnîşan kir ku ev rewş bûye sedem ku baweriya wan a bi Amerîkayê bi temamî ji holê rabe.

Lukaşenko banga diyalogê kir

Serokkomarê Belarûsê Lukaşenko jî di axaftina xwe de li ser zêdebûna aloziyê axivî.

Lukaşenko ragihand ku ew ji encamên aborî û ewlehiyê yên zêdebûna aloziyê yên li herêmê û cîhanê dilgiran e.

Lukaşenko hêvî kir ku pirsgirêk bi rêya diyalog û dan û standinan bên çareserkirin.

Wî diyar kir ku bêyî baweriya dualî dan û standin nagihîjin encameke mayînde.

Lukaşenko bal kişand ser girîngiya xurtkirina zemîna avakirina baweriyê ya di navbera aliyan de.

Di dawiya hevdîtinê de her du serokkomaran rewşa niha ya pêwendiyên dualî nirxand.

Wan tekezî li ser wê yekê kir ku di çarçoveya berjewendiyên hevpar de hevkariya dualî bê berfirehkirin û şêwir bên xurtkirin.