Nûnerên kurd ji bo serokatiya parlamentoya Îranê nabin namzed

30-05-2013
RÛDAW
A+ A-
Nasir Pîrotî

Hewlêr (Rûdaw) – Hilbijartina serokê parlamentoya Îranê ya ji bo sala bê di demekê de hat kirin ku ti nûnerekî kurd xwe ji bo wê postê nekir namzed. 

Elî Larîcanî roja 28ê Gulanê ji aliyê endamên parlamentoya Îranê ve ji bo sala bê hat hilbijartin. 

Li gor rêziknameya parlamentoya Îranê, ti mercek ji bo hilbijartina serokê parlamentoyê nîne. Hemû endamên parlamentoyê dikarin ji bo serokê parlamentoyê bibin namzed. 

Di nava 9 dewreyên borî de, 32 caran serokê parlamentoyê hatiye hilbijartin. Lê heta niha ti nûnerekî kurd xwe ji bo wê postê nekiriye namzed. 

Di vê derbarê de parlamenterê berê yê parlamentoya Îranê Hasilî Dase ji Rûdawê re got: “Ji bo gelek postên bilind ên Îranê merc hatiye danîn. Lê yasa nehatiye nivîsîn û yasa hene ku nahêlin ew post bê bidestxistin.”

Dase bal kişand ser wê yekê ku di dewreya şeşemîn de nûnerekî kurd ji bo serokê lijneya serokatiyê bûye namzed, lê ji bilî nûnerên kurd ti kesekî din deng nedayê. 

Bi baweriya nûnerê berê yê bajarên Serdeşt û Pîranşarê, li Îranê bawerî bi kurdan nayê û postên bilind nadinê. 

Her çar sal carekê hilbijartina parlamentoya Îranê tê kirin û dawiya meha gulanê serokê parlamentoyê ji bo salekê tê hilbijartin. Ji tevayî 290 parlamenterên parlamentoya Îranê, 18 kes kurd in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst