Îran li bendê ye Îsraîl dîsa êriş bike

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên Îranî hişyariyê didin ku agirbest lawaz e û dibêjin, divê ew di her kêliyê de ji bo rûbirûbûna êrişeke nû amade bin.

Li aliyê din, Hikûmeta Tehranê derbarê gotûbêjên li gel Amerîkayê de got,"Hîn tiştek zelal nebûye."

Di demekê de ku Îran bi merasîmên veşartina fermandar û zanyarên xwe yên di êrişan de hatine kuştin mijûl e û tevî ku agirbesteke demkî di navbera wê û Îsraîlê de heye, berpirsên payebilind ên wî welatî ditirsin ku şer careke din dest pê bike.

Alîkarê Yekem ê Serokkomarê Îranê Mihemed Reza Arif di daxuyaniyekê de tekez kir ku ew ji agirbestê ne piştrast in.

Mihemed Reza Arif got, “Me agirbest qebûl kiriye lê baweriya me bi dijmin nîne ku bi mêranî pabendî gotina xwe be.

Divê em di her kêliyê de ji bo rûbirûbûnê amade bin û tiliya me li ser tetîkê be.”

Li gorî amarên fermî yên Wezareta Tendirustiya Îranê, di encama êrişên Îsraîlê de 627 kes hatine kuştin û 4 hezar û 780 kesên din jî birîndar bûne.

Hikûmeta Îranê her wiha radigihîne ku di nava kuştiyan de 72 jin û zarok hene.

Pisporên siyasî yên Îranê jî heman nêrînê parve dikin. Serokê Zanîngeha Zanistên Siyasî ya Tehranê, Îbrahîm Muteqî, pêşbînî dike ku şer nêzîk e.

Îbrahîm Muteqî got, “Li gorî dîtina min û belgeyên di dest de, Îsraîl dê herî zêde di nava hefteyekê de, bi piştgiriya taktîkî û operasyonî ya Amerîkayê, cardin dest bi operasyonên xwe bike.”

Gotûbêjên bi Amerîkayê ne diyar in

Ev hişyarî di demekê de tên ku di rojên dawî de Serokê Amerîkayê Donald Trump û çend berpirsên rêveberiya wî îhtîmala hevdîtineke bi Îranê di hefteya bê de anîbûn zimên.

Lê Wezareta Karên Derve ya Îranê tekez dike ku hêj tiştek yekalî nebûye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ragihand: “Dem, şêwaz û naveroka dan û      standinan mijarên ku tên nirxandin in û em hêj negihîştine encameke dawî.”

Kurteya pevçûnan

Ev aloziyên Îran û Îsraîlê berdewamiya zincîreyek êrişên berê ne ku bi êrişa Îsraîlê ya li ser Konsulxaneya Îranê ya Şamê (1ê Nîsana 2024ê) dest pê kiribû û bi êrişa bersivdanê ya Îranê (13ê Nîsanê) kûrtir bûbû.

Pevçûnên navborî di 13ê Hezîranê de bi êrişa Îsraîlê ya li Îranê ji nû ve dest pê kirin.

Piştî bersivdayîna Îranê bi mûşek û dronan, di 22ê Hezîranê de Amerîka rasterast tevlî şer bû û êrişî navendên atomî yên wekî Fordo, Netenz û Îsfehanê yên Îranê kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di 24ê Hezîranê di navbera her du welatan de agirbest ragihandibû.