Hewlêr (Rûdaw) – Rayedarên îstixbaratê yên Îranê eşkere kirin ku li eyaleta Sîstan û Belûçistanê ya wî welatî, 60 kesên ku “hatibûn xapandin û tevlî komên terorîstî bibûn” teslîm bûne û hatine efûkirin.
Rêveberê giştî yê îstixbaratê li eyaleta Sîstan û Belûçistanê ragihand, di heyama 2 salên borî de 60 endamên rêxistinên neyar ên komara îslamî teslîm bûne.
Wî rayedarê îstixbaratê derheqê wan kesan de zêde agahî neda tenê got, ew kes ji aliyê rêxistinên terorîstî ve hatibûn xapandin lê ji ber ku tevlî ti çalakiyekî nebibûn, hatin efûkirin.
Li eylaeta Sîstan û Belûçistanê, ku li ser sînorê Îran û Pakistan-Efxanistanê ye û dikeve başûrê rojhilatê Îranê, kêmnetewa Belûç dijî ku hemû sunnî ne.
Li wê herêma Îranê, ev çend sal in rêxistinên mîna Cundullah û Ceyiş el Edil, ku komên çekdarî ne, doza mafên sunniyên Belûç dikin.
Her sal bi dehan caran di navbera wan rêxistinan û hêzên Îranê de şer derdikeve. Îran wan rêxistinan wek bazirganên madeyên hişber dibîne û dibêje, ew rêxistin ji aliyê “hinek welatên herêmê ve” hatine avakirin û li dijî Îranê tên bikaranîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse