Tîma Îranê li bermaber Amerîkayê têk çû; Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xelkê dest bi şahiyan kir
Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku tîma futbolê ya Îranê di çarçoveya Kûpaya Cîhanî ya FIFA 2022an de li bermaber tîma futbolê ya Amerîkayê têk çû, li hejmarek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xelkê dest bi kêfxweşî û şahiyan kirin.
Şevê din di çarçoveya lîstikên Grûpa B de her du tîmên futbolê yên Îran û Amerîkayê li stadyuma El Sumame ya Dohayê hatin hemberî hev.
Lîstika Îran û Amerîkayê ya di çarçoveya Kûpaya Cîhanî ya 2022an de wek lîstika herî siyasî di kûpayê de hatiye binavkirin û bi baldarî ve ji aliyê gelek kesan ve hem li hundirê Îranê û hem li welatên din dihat şopandin.
Tîma Amerîkayê bi gola Christian Pulisic a di xûleka 38an de û bi encama 1-0 ji tîma Îranê bir û bi wî awayî bo qonaxa 16an serkeft, lê Îran bi wê encamê ji Kûpaya Cîhanî hat derxistin.
Di nava lîstikê de hejmarek alîgirên tîma Îranê li stadyumê weke hevxemî li gel xwepêşanderên nerazî yên li Îranê bi tîpên di destê xwe de navê Jîna (Mehsa) Emînî vekirin.
Herwiha li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hejmarek ji xelkê piştî bidwîbûna lîstikê û serkeftina Amerîkayê li hember Îranê, dest bi kêfxweşî û şahiyê kirin.
Li hinek bajarên Rojhilatê Kurdistanê di nîvê şevê de xelk daketin qadan û kolanan û dest bi kêfxweşiyê kirin û girtin dîlanê.
Li gor dîmenên ku di torên civakî de hatine weşandin, li bajarên Kirmaşan, Ciwanro, Serawle, Seqiz, Sine, Merîwan, Mihabad, Kamyaran û Urmiyê yên Rojhilatê Kurdistanê xelkê bi fîşekên hewayî û derketina bo qadan kêfxweşiya xwe bi têkçûna tîma Îranê nîşan dan.
Li Tehran a paytexta Îranê û herwiha li bajarên Reşt, Gorgan, Dizfûl, Ehwaz, Zencan, Erdebîl û hin bajarên din ên Îranê jî xelkê bi awayên cor bi cor kêfxweşiya xwe ji bo têkçûna tîma Îranê li beramber Amerîkayê nîşan dan.
Kêfxweşiya xelkê li beramber binketina Îranê di demekê de ye, ku beriya çend rojan û di dema lîstika Îran û Wêlzê de dema ku tîma Îranê bi encama 2-0 serket, alîgirên hikûmeta Îranê û hêzên emnî yên hikûmetê ku ji bo tepeserkirina xwepêşandanan li nav bajaran hatibûn bicihkirin, dest bi kêfxweşiyan kiribûn. Dîmenên hêzên emnî yên Îranê ku çek di destê wan de xuya ye, û li nav qad û kolanên bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dîlanê dikin, hem di medyayên fermî yên hikûmeta Îranê de û hem li ser medyaya civakî hatibûn belavkirin û bûbû sedema hêrsbûna hejmarek ji xelkê Îranê.
Kêfxweşiya xelkê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji bo têkçûna tîma Îranê piştî wê yekê hat ku lîstikvanên wê tîmê bi ti awayî hevxemiya xwe li gel xwepêşanderên wî welatî nîşan nedan û ew yek bû sedema berteka xelkê Îranê, bi awayekê ku li ser medyaya civakî dihat gotin, ew tîm nûneratiya xelkê nake û nûneratiya hikûmeta Komara Îslamî dike.